
Dem partî carekedin dadikeve qadan
- 13:39 15 Nîsan 2025
- Rojane
ENQERE - DEM Partiyê ragihand ku ew ê di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de bi zêdeyî 10 hezar dildarên aştiyê re dest bi serdanên malan bikin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de dadikeve qadan. Tulay Hatimogullari ku di civîna koma Meclîsê de bernameya xwe eşkere kir, diyar kir ku dê bi deh hezaran dildarên aştiyê re yek bi yek dest bi serdanên malan bikin.
Tulay Hatimogullari anî ziman ku wan bi zêdeyî 10 hezar qasidên aştiyê yên li çar aliyê Tirkiye û Kurdistanê yek bi yek dest bi serdana malan kirine, dê bi milyonan nameyan bişînin cihên ku nikarin xwe bigihînin wan û dê li ser înternetê hevdîtinan pêk bînin.