Jinan li fîlmê Agora temaşe kirin

  • 09:43 16 Nîsan 2025
  • Çand û Huner
AMED - Li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan a di bin banê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê de xebat têne meşandi. Jin bi çalakiya fîlmtemaşekirinê re hatin gel hev. 
 
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan ên Şaredariya Peyasê Jin bi çalakiya fîlm temaşekirinê re gihand hev. Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, rêveberên DEM Partiyê ya navçeya Peyasê û endamên Tevgera Jinan di bernameya fîlm temaşekirinê de amade bûn. Fîlmê Agora yê di dema hikûmdariya Împaratoriya Romayê de li Îskenderiyeyê derbas dibe, çîroka Jina bi matematîkê ve eleqeder dibe hat temaşekirin. 
 
Piştî temaşekirinê Jinan fîlm nirxandin û nêrînên xwe ji hev re rave kirin.