Bi şoreşa jinê re yekitiya pergala Konfederal a Demokratîk a Jinan

  • 09:02 11 Nîsan 2025
  • Nîqaşên Jineolojiyê
"Di pêkanîna şoreşa jinê de,divê heqîqeta jinê baş bê destgirtin û bi zimanekî baş bên ragihandin. Ji ber vê jî heqîeta jina azad divê bi jineolojî û îdeolojiya jinê bê destgirtin û şoreş bê hûnandin."
 
Çîgdem Doga
 
Sêyemîn şerê cîhanê wek şerê navendî yê li hember jinan tê meşandn. Ji ber vê parastina cewherî ya jinan girîng e. Di esasa pergala konfederal a jinê de têkoşîna jinê ya rêxistinkirî, polîtîk û parastîna cewherî di sedsala 21’ê de ne tenê ya jinan gihiştye asta ku qedera jiyana mirovahiyê diyar dike. Kaosa îro çavkaniya xwe ji dijminahiya li hember jinê digire. Rastiya pirsgirêka jinê di encama serdestiya mêr de pêş ketiye û di esasê de pirsgirêkek serdestiya mêr e. Wek pirsgirêka jinê tê gotin lê ya serdestiya mêr e. Divê hawira krîza serdestiya mêr de sedsala 21’ê divê biguhere karekterê şoreşa jinê. Şoreşên di esasa azadiya jinê de pêk tên di alî pêşketina şoreşên civakî de girîng e. Şoreşa jinê pergala azadiya jinê îfade dike. Dema şoreşa jinê wek pergalek alternatîf temam bibe, pergala konfederalîzma demokratîk wê wek bersiv û îdealekê derkeve pêş me.
 
Hewce pê heye ku ‘şoreşa jinê’ bi kurahî bê destgirtin. Şoreşa jinê ji bo guhertinên radîkal xwedî girîngiyek mezin e. Bêyî îdeolojî, partî, rêxistin, polîtîka û têkoşîn ne pêkan e li dijî rejîmên binpêker û pergala kapîtalîst encamek bê girtin. Ji ber vê jî divê jîneolojî bê pêxistin û girîngiya navbrea îdeolojî û zanistan derdikeve pêş me. Bi rastiyên giştî şoreş pêk nayê pergala konfederal a jinê nikare bê avakirin. Di pêkanîna şoreşa jinê de,divê heqîqeta jinê baş bê destgirtin û bi zimanekî baş bên ragihandin. Ji ber vê jî heqîeta jina azad divê bi jineolojî û îdeolojiya jinê bê destgirtin û şoreş bê hûnandin.
 
Şoreşa jinê rêxistinbûna pergala konfederal a ku jinan di alî polîtîk û exlaqî de xurt dike, desthilatdariya serdest a mêr ji derveyê qadê dihêle ye. Navê pêkanîna duyemîn şoreşa jinê ya piştî dehezaran salan pêk hatiye. Astek nû ya  têkoşînê jinê ye. Piştî dehezaran salan pêkanîna duyemîn şoreşa jinê, çalakî, têkoşîn, rêxitsinbûn, perwerde û hişmendiyek kûr a jinê dixwaze.
 
Dema em li tecrubeyên hemû tevgerên têkoşîna azadî û demokratîkbûnê didin dinêrin, keda jinên fedekar û leheng heye. Lê tevî vê  li dijî desthilatdariyên serdest nebûye alternatîf. Ev tecrube nava demê de qels bûne û hinek hatine hilweşandin. Keda jinê nebûye pergal û dema dîrok hatiye nivîsin jî ev nehatiye dîtin. Ne ku kêm têkoşîn dane yan jî ne wêrek in. Hêza têkoşînê ji ber li dijî hêzên desthilatdariya serdest veneguheriye pergalek jiyana azad têkçûn jiyaye. Û her têk çûn jî ketiye bin bandora serdestan.
 
Ev rewş ji bo her şoreşê kemîn û xetere ye. Bi taybet di perspektîfa şoreşa jinê de divê ev baş bê fêmikrin û xetere bê dîtin. Di vî alî de ji bo şoreşa jinê di kemînan bê parastin û bikeve bin garanditê divê rêxistinbûn bê pêşxistin. 
 
Divê şoreşa jinê li dijî serdestiya mêr, rêgezên polîtîk-exlaqî yê jinê, pîvan û pergalê berfireh bike û ji bo vê jî hişmendiya polîtîk-exlaqî ya jinê bê xurtkirin, ev li her derê bê rêxistinkirin û bê belavkirin. Nokteya ku şoreşa jinê û pergala konfederal lê bê gel hev ev e.
 
Her qada jiyanê de jin û mêr ligel hev e. Bav, bira, dost, hezkirî, hevaltî, patron û her wekî din. Mînak civak li hember hikûmet, dewlet, artêşê navberê diparêze lê zelal û tê dîtinê ye. Lê ya jin û mêr pir caran nayê dîtin dîwarên qalind hene. Tevî ev navber heye jî wek tuneye tê xuyakirin. Ji ber vê şoreşa jinan di vê arenaya ku jin û mêr li hev in de pêk tê. Ji ber vê em dikarin bêjin şoreşek ferzkirî ye. Belê pergala konfederal a jinê, di vê tevliheviyê de, zemîna çalakî, rêxistibûn mewziyan ava dike.
 
Ji saziyên dewletê bigirin heta sermayedaran, heta malbatan, heta  bav, bira, hevjîn û her cureyê serdestiya mêr têkoşîn û rêxistibûn ferz e. Ji bo vê jî hewcedariya pergala komunal konfederal dertê holê.
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê wê hefteya pêş bi sernavê ‘Der barê esasên pratîk û teorîk ên pergala konfederal a demokratîk a jinê de, beşa yekemîn’ bê weşandin.