
Ji bo vegera Efrînê tedbîrên tên girtin têr dikin?
- 09:04 14 Nîsan 2025
- Rojane
RIHA - Hevberdevka Rêxistina Mafê Mirovan a Suriye-Efrînê Zeyneb Suleyman da zanîn ku piştî mutabakata di navbera hikûmeta Şam û QSD’ê de hatiye îmzekirin, Efrînî vedigerin cihê xwe û got: “Vegerên ji bo Efrînê hene. Lê ji bo van vegeran ewlehiyên têr nehatine girtin. Di vê mijarê de divê rêxistinên navneteweyî tedbîran bigirin.”
Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayê wê di 20’ê Çileyê 2018’an de êrîşê Efrînê kirin. Di êrîşan de 79 balafên şer, bi hezarna leşker û komên paramîlîter cih girtin. Bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan bi hezaran kes birîndar bûn. Warên dîrokî yên bajar hatin texrîbkirin, darên zeytûnan hatin birîn. Piştî êrîşan li Efrînê revandina jinan, îşkence, xesp, cînayetan rû dan û HTŞ’ê û dewletên emperyal di 8’ê Kanûna 2024’an de Rejîma Baasê ya 61 salî hilweşand.
Di navbera QSD û hikûmeta Şamê de mutabakat
Bi hilweşîna rejîma Baasê re der barê pêşeroja Sûriyeyê de fikar zêde bûn û di navbera Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê (QSD) û hikûmeta Şamê de di 10’ê Adarê de mutabakata 8 xalî hat Îmzekirin. Di mutabakatê de xala ‘hemû Sûriyeyiyên ji cihê xwe bûne bila vegerin ser axa xwe û ev ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve pêk bê’ cih girt. Bi vê xalê re hêviya gelan a vegerin ser axa xwe ji nû ve şîn bû.
Efriniyên di êrîşan de ji warê xwe bibûn, piştî mutabaatê kêm be jî dest bi vegerê kirin.
Hevberdevka Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriye-Efrînê Zeynep Suleyman der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
‘Pirsgirêk didomin’
Zeynep Suleyman da zanîn ku dagirkirina Efrînê ketiya sala 8’an û di van 8 salan de gelek binpêkirinên mafan, îşkence, revandin, destirêjî qewimîne. Zeynep Suleyman wiha dirêjî dayê: “Bi ketina rejîma Baasê re, efrîniyên ku ji axa xwe koçî Şehbayê kiribûn, carek din ji wir jî koç kiribûn û li cihên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bicih bibûn. Ketina rejîma Baasê her çiqas bi gel re hêviyek afirandibe jî ev hêvî vala derketin. Ji ber li Efrînê binpêkirinan berdewam dikir. Hikûmeta nû hîna der barê revandin, destdirêjî, talan, îşkenceya li Efrînê de tu lêkolîn nekiriye.”
‘Hîna bi tirs in’
Zeynep Suleyman got hîna li Efrînê mirovên girtî hene û wiha bi lêv kir: “Em bi hemû Efrîniyan hêviya ku vegerin ser axa xwe dibînin. Bi mutabakata hatiye îmzekirin hat gotin wê gelek tişt biguherin lê wisa nebû. Gel hîna ditirse. Mafên wan hîna nehatiye parastin.”
‘Divê tedbîr bên girtin’
Zeynep Suleyman da zanîn ku piştî mutabakatê bi hezaran kes vegeriyane Efrînê û wiha dawî lê anî: “Veger hene. Lê hîna tedbîrên ewlehiyê baş nehatine girtin. Di vî alî de divê rêxistinên navneteweyî tedbîran bigirin. Hîna gel bi tirs e. Ji ber hîna bûyerên dizî, talan, destdirêjiyê didomin. Ji bo vê ferz e ku tedbîr bên girtin.”