
Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Hunermend rayberi biko’ derket
- 10:20 14 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 278'emîn de bi manşeta ‘Hunermend rayberı biko’ li ber destê xwîneren xwe ye.
Rojnameya Xwebûnê di manşeta xwe de bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û erkan ku dikeve ser milên hunermendan. Hunermend Alî Înanir der barê mijarê de ji bo rûpela 4'emîn axivî û got divê di vê pêvajoyê de hunermend pêşengiyê ji civakê re bikin.
Di rûpela duyemîn ango rûpela jin de Lîlav Elî bi nivîsa xwe ya ku der barê Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê de nivîsan de destnîşan dike ku encama berxwedanê serkeftin e. Dîsa di rûpelê de bi boneya salvegera mirina Simone de Beauvoir nivîsek hatiye amadekirin.
Serdar Altan di nûçe-analîza xwe ya ku ji bo rûpela sêyemîn nivîsandiye de bal dikşîne ser biryardarû û hêviya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Hogir Berbir û Aslan Ozdemîr di ji bo rûpela Wêje û Ziman nivîsîne.
Felemez Ûlug jî di nivısa xwe ya ji bo rûpela 6emîn de li ser girîngiya banga Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsiye. Di heman rûpelê de Siyamed Sîpan bal dikşîne ser xwebirêxistinkirina xwendekaran.
Medenî Ferho ji bo rûpela 7emîn li ser faşîzma Kizil Elma û têkçûna vê faşîzmê nivîseke berfireh amade kiriye.
Şoreş Reşî di nivîsa xwe ya ku ji bo rûpela 8'emîn nivîsandiye de bal dikşîne ser dîroka cejna Newrozê û wateya wê ya di nav civakên din e. Her wiha Cejna Newrozê û Cejna Sîn Sinko bi hev re girêdide.
Di rûpela kirmanckî de li ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û bandora bêdabûnê ya li ser vê krîzê nivîs hatiye amadekirin.
Mazlûm Baran di rûpela Çandê de li ser fîlmeke Jean Vîgo ku di zarokatiya xwe de bi rûyê dewletê yê sar nas dike û li ser vê nasînê teşe dide sînemaya xwe dike. Baran di nivîsa xwe de dibê ku Vîgo bi sînemaya xwa li dijî vî rûyê sar têdikoşe.
Rojnameya Xwebûnê di rûpela xwe ya Civakî de jî wek her hafte cih dide mijereke balkêş û bal dikşîne ser koçberiya ji gundan û bişaftinê.