'Yekane hêza ku manîfestoyê temam bike Rêber Apo ye'

  • 09:03 16 Nîsan 2025
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Girtiya siyasî Suheyla Taş da zanîn ku wek rêbazek têkoşînê danîna çekan wateya têkoşînek nû ya di zemîna siyaseta demokratîk de dihewîne û got: “Yekane hêza ku vê manîfestoyê temam bike Rêber Apo ye.” 
 
Di 1’ê Cotmehê de serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî li meclîsê bang kir û piştî vê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinan dest pê kir. Ji bilî serdanên malbatê sê hevdîtinên siyasî li Îmraliyê hat kirin û 27’ê Sibatê de banga Sedsalê hat kirin. Piştî hevdîtinên partiyên siyasî hat kirin û 10’ê Nîsanê de serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, serokê MÎT’ê Îbrahîm kalin û Efkan Ala hatin gel hev. Roja înê jî wê bi wezareta dadê re hevdîtin bê kirin.
 
Girtiya siyasî Suheyla Taş ya li girtîgeha jinan a Sîncanê girtiye der barê bangê de pirsên ajansa me bersivand. 
 
‘Cihê xwe ji siyaseta demokratîk û hiqûqî re dihêle’
 
Suheyla Taş derbarê banga hatiye kirin nirxan kir û wiha got: “Min di alî polîtîk de ev hîs kir; PKK cihê xwe ji siyaesta demokratîk a nû hawirek hiqûqî re dihêle. Pêvajoya em têde ne û asta dîrovî vê ferz dike. Sêyemîn şerê cîhanê her diçe girandibe. Yekemîn şerê cîhanê de nexşerêya siyasî ya Rojhilata Navîn ji bo prisgirêkên sedsalan bên jiyîn hat xêzkirin. Duyemîn şerê cîhanê de rojhilata Navîn xistin kaos û krîzek giran. Dema em li nirxandinên Rêber Apo binêrin ev wê bê dîtin. Ji 1920’an şûnde polîtîkayên îmha û înkarkirina Kurd hatin meşandin.”
 
‘Salên ez mezin kirim bi bîranînên tevgera azadiyê tijeye’
 
Suheyla Taş wiha dirêjî dayê: “Ev tişt yên di alî polîtîk de yên hîs dikim bû. Lê aliyekî hestî yê manîfestoyê yê vê bangê heye. Yên di hestî de dijîm, êş û windahiyên bi salan yên vî şerê didome heye. Salên ez mezin kirim bi bîranînên tevgera azadiyê tijeye. Îro banga feshkrina PKK’ê ku tevgera azadiyê ye heye. Divê îtîraf bikim ku di alî hestî de naqokiyên min jiyan hebûn. Piştî banga dîrokê agirbest hat îlan kirin lê êrîş hîna didomin. Bêguman ev naqokî dikarin bên çareserkirin. Bidawîbûna van êrişan, afirandina şert û mercên azadiya Rêber Apo ji bo bidawîbûna van naqokiyan têr dike.”
 
‘Em sosyalîzma Kurdistanê ne ya erdnîgarî ya beşerî digirin dest’
 
Suheyla Taş balkişand ser peyamên di bangê de yên ji bo jin, xweza, sosyalîzmê û ev nirxandin kir: “Di sosyalîzmê de israr di mirovahiyê de isar e. Ev nêrînek sosyalîs temsîl dike. Tevgere şoreşê ya sosyalîst beriya her tiştî li pey afirandina mirovê nû ye. Di vî alî de azadiya mirovahiyê hedef e. mirovên t^keoşîna sosyalîst êdî pirsgirêka şoreşê bi cih û erdnîgariyê sînor nabîne. Ji ber vê jî sosyalîzma Kurdistanê ne wek sosyalîzma erdnîgarî wek ya beşerî dikare bê dest girtin. Li axa qedîm a em li ser dijî gelek berxwedan hatin jiyîn; Mazedek, Hurremî, Babek, manî, Ebu Muslîm Horasanî, Karmatîyî. Ev serhildan hemû sosyalîzmê temsîl dikin. Hedefa hemûyan serkeftinbû. Jiyan û civakek azad û wekhev bû.”
 
‘Yekemîn sosyalîstê ku koletiya jinê xwend Rêber Apo bû’
 
Suheyla Taş nirxandina xwe wiha berdewam kir: Di civakê de koletiya jinê ya herî bi kok e. Rêber Apo yekemîn sosyalîstê ku koletiya jinê di alî dîrokî û civakî de xwendiye. Rêber Apo di vê mijarê de rêberê ewil yê sosyalîst e. Hîmê paradîgma modernîteya demokratîk azadiya jinê esas digire. Têkoşîna rizgariya jinê gelek watedare. Jin wek kakila pergalê ye û divê wisa jî bê dîtin. Jin neyê fêmkirin civak nikare bê pênasekirin. Ji ber vê jî em pîvana sosyalîstbûnê wek jiyana bi jinê re digirin dest.”
 
‘Teşeyê hebûna civakan nirxên komunal û demokratîkin’
 
Suheyla Taş balkişand ser feraseta demokrasiyê û da zanîn ku demokrasî û têkoşîna demokrasiyê nikare dakeve nasname û çînan. Suheyla Taş ev tişt bi vê kir: “Divê çarçoveyeke ku nasnameyan dibezîne hebe. Ji ber nikare xwe bispêre nasnameyekê. Ji ber vê demorkasiyê gel ne kategoriyên kole, karker, serf ne jî pergalên aborî-civakî yên van heyî dike qebûl dike. Dema hemû pêvajoyên dîrokî li ber çavan bê girtin derdikeve holê ku teşeyê hebûna civakan nirxên komunal û demokratîkin. Rêber Apo diyar dike ku demokrasiyeke ku dikare bê jiyîn bi yekitiya rêgezî ya bi hêza dewletê pêkane. Ji bo aştiyê jî dikarim vê bêjim. Lêgerînek sosayalîst û demokrasiyê aştiya civakê armanc dike. Li vê axê tişta herî zêde hewce pê heye aştiye. Ji bo kaos û krîz ali vê erdnîgariyê bidawî be divê aştiyek mayînde pêk bê.”
 
‘Manîfesto tekabulê asta nû dike’
 
Suheyla Taş der barê pêvajoyê de jî nirxandina xwe kir û da zanîn ku manîfestoya dawî ya ku Abdullah Ocalan nivîsiye tekabulê astek nû dike û ev tişt anî ziman: “Em nabêjin ku aştiyeke civakî ya mayîne hêsne. Kes nikare vê îdia bike. Berovajî vê zehmete. Bi salan eli hember gelekî zext, qirkirin, tunekirin û îmha heye. Em tên binpêkirin. Em tên tunekirin. Li dijî gotina ‘Kurdistan di bin mêtîngeriyê de ye’ em derketin vê rê. Li dijî îmha û înkarê ji ber riyek di nema têkoşîna çekdarî dest pê kir. Belê çek di riyeke ku diçû armancê de alavek bû. Wek rêbazek têkoşînê danîna çekan wateya têkoşînek nû ya di zemîna siyaseta demokratîk de dihewîne. Yekane hêza ku vê manîfestoyê temam bike Rêber Apo ye.”
 
Suheyla Taş di dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber apo pêngavek mezin hat destpêkirin. Ger îro ji bo siyaseta demokratîk û qada hiqûqî şansek hatibe divê gava ewil a vê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be. Li welatê ku serokatî ne azad be nikare behsa aştî û demokrasiyê bê kirin. Tişta divê bê kirin ji bo gazê pêngava azadiyê bê mezinkirin. Em bi hev re heqîqet aku Rêber Apo qêriyaye, bi qîrin.”