Zubeyde Zumrut:Gel banga Rêber Apo veguhert referandumê

  • 09:05 13 Nîsan 2025
  • Rojane
  
 
Melek Avci
 
ENQERE-Hevseroka KCKD-E’yê Zubeyde Zumurt diyar kir ku di serî de di Newroz hemu qad bi banga dîrokê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re  vuguherin referandumê.
 
Di 27’ê Sibatê de banga sedsalê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir, xebat û hewldan didomin. Li Ewropayê û seranserê cîhanê jî ji bo ev bang bersiva xwe bigire xebat didomin.
 
Hevseroka KCKD-E’yê Zubeyde Zumrut, der barê sekna gel a li qadên Newrozê,  kampanya li Ewropayê û plansaziyên li peş wan de axivî.
 
‘Coşa vê salê ji banga dîrokî xwedî bû’
 
Zuybeyde Zumrut da zanîn ku Newroz li her çar parçeyên Kurdistanê bi coş û girseyî derbas bûye û îsal pêvajoyek dîrokî tê jiyîn. Zubeyde Zumrut wiha got: “Îsal salek dîrokî ye. Di alî Kurdan û gelan de demek pir taybet hat jiyîn. Bêguman sedemên vê hene. Newroz, 8’ê Adarê 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd rojên girîngin. Em her sal plansaziyên vê dikin. lê îsal ev pir cuda derbas bûn.”
 
‘Manîfestoyê çar parçe anî gel hev’
 
Zubeyde Zumrut balkişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ev manîfestoyeke. Zubeyde Zumrut wiha dirêjî dayê: “Banga Rêber Apo manîfestoyek bû. Çar alî anî gel hev. Ev li qadan pir zelal hat dîtin. Eleqeya dostên me yên Ewropayê ji bo bangê pir mezin bû. Eleqeya girseyên ji Rojava, Başur, Rojhilat û Bakur pir mezin bû. Li her çar parçeyî di Newrozan de hatin gel hev. Banga Rêber Apor, bû sedema ku bi rihê yekitiyê tevbigerin. Çarserî hat dîtin, gel girêdayê Rêber Apoye. Beriya daxuyaniyê ev pirs pir hatin nîqaşkirin. Hem kanalên Tirk hem muxalîfan, aliyên ku nedixwest pirsgirêka Kurd çareser bibe. Digotin ‘Ocalan bang bike wê gel guhdar bike?’. Lê berovajî vê bû. Banga Rêber Apo 5 deqeyan de di rojeva cîhanê de cih girt. Her kesî fêm kir ku ev bang dîrokiye manîfestoye. Ewlatên Ewropa piştgiriyê dan vê. Çînê piştgirî da vê. Bi hemû gelan re kelecan afirand.”
 
‘Di Newrozê de gel îradeya xwe nîşan da’
 
Zubeyde Zumrut wiha dirêjî dayê: “Li gundê herî biçûk yên Ewropayê jî gel li salonan bi cih nebûn. Lİ her derê Newroz hat pîrozkirin. Salonan têr nkei. Di Newerozan de gel îradeya xwe nîşan da. Gotin em li pişt îradeya Rêber Apone û pêvajoyê ne. Gel banga Rêber Apor veguhert referandumê.”
 
‘Divê dewlet gavê bavêje’
 
Zubeyde Zumrut daxuyakirin ku  divê dewlet gavê bavêje û wiha domand: “Bahçelî bang kir. Rêber Apo ket tevbgerê. Tevgerê agirbest îlan kir. lê mixabin hîna Tirkiye operasyonan dike, êrîşê Başûr dike. Qirkirinên siyasî didomin. Ji bo vê divê AKP demildest gavê bavêje.”
 
‘Em ê xebatên xwe bidomînin’
 
Zubeyde Zumrut balkişand ser kampanya li Ewropayê tê meşandin û wiha got: “Heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê wê têkoşîn bidome. Pêngava azadiyê didome. Konferans, têkoşîna hiqûqî, rojên xwendinê, hevdîtin didomin. Em ê bi konferans, meclîs û modela Rojava pêş bikevin. Li Romayê konferansa du rojan pêk hat. Ev der sembolîke ji ber Rêber Apo di 1998’an de cihê ku ewil çibû Roma bû. Me xwest em têkoşîna demokratîk li wir bidomînin.Em ê di esasa meclîs û komanan de rêxistinê hedef bikin. Em ê çalakiyên xwe bidomînin û parve bikin.”