
Dayikên Aştiyê: Niha dor a dewletê ye
- 09:06 7 Adar 2025
- Rojane
WAN - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, agirbesta ku PKK’ê îlan kir bibîr xist û got: “Bi sedsalane ev têkoşîn didome. Lê her kes dizane ku 40 sal zêde ye bi PKK’ê didome. Serokatî û PKK’ê gava pêwist avêt. Dora dewletê ye.”
Piştgiriyên ji bo banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Piştî bangê Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyanî da û got agirbest îlan kirine. Rayagiştî jî li dijî vê li bendê gava hikûmetê ye.
Dayikên Aştiyê yên Wanê diyar kirin ku divê dewlet ji bo agirbestê gavê bavêje.
‘Çawa min dît rondikên min qet nesekinîn’
Vesîle Kiye da zanîn ku ew wek dayik li bendê vê rojê bûne û got: “Em li benda rojeke wiha bûn, em li benda peyama birêz Ocalan bûn. Lê xwezî wî bi zelalî gotiba û me bi vî awayî guh bidaya. Ji gava ku min ew dît, min nedikarî giriyê xwe ragirim û nikaribim bersiva telefonê jî bidim. Peyama birêz Ocalan em gelek keyfxweş kirin, hêvîdar im gotina wî bi cîh bibe. Hemû malbat, dayik, her kesê ku bi vê dozê bawer dike, dilê wan dişewite, leşker, tirk, kurd, ereb ku vê têkoşînê nas dike, divê girîngiya gotina Birêz Ocalan bizane û fêm bike. Vê daxuyaniyê em gelek kêfxweş kirin û em hêvîdar in ku bi saya vê daxuyaniyê tiştên mezin çêbibin. Herî dawî Tuncer Bakirhan beşdarî bernameyekê bû û piştî bernameyê me bihîst ku Devlet Bahçelî telefon kiriye û ji ber daxuyaniyên wî spasiya wî kiriye. Tuncer Bakirhan jê re got ku ew hêvî dikin ku di Newroza Amedê de bi hev re bin. Ev me kêfxweş dike."
‘Divê Birêz Ocalan di kongreya PKK’ê de be’
Vesîle Kiye diyar kir ku kongreya ku PKK bike divê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bike û wiha domand: “Divê birêz Ocalan di kongreyê de cih bigire. Divê nav gel de be. Bi salane ev têkoşîn didome û her kes dizane ku 40 sale jî bi PKK’ê didome. Divê ev gel, jin û ciwan xwe nedin alî. Divê berpirsyariya xwe bînin cin. Hemû cîhan banga birêz Oalan qebûl dike û nas dike. Divê dewlet jî gavan bavêje. Dewlet gavek erênî navêje wê bixwe winda bike.”
‘Niha dor a dewletê ye’
Pîruze Akbaş jî da zanîn ku dema peyama Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bihistine hestiyar û kelecanî bûne û wiha domand: “Gava hatiye avêtin ji bo dayikan pîroze. Em bi salane aştiyê dixwazin. Dengê xwe li her derê bilind bikin. Em dibêjin ku bila dewleta Tirk gavekê bavêje. Bila operasyonan bide sekinandin û êrîşê Sûriyeyê neke. Ger gavên wisa neyên avêtin baweriya me jî tuneye. Em dipên ku gavên aştiyane bavêjin. Girtiyên me bên berdan. Avakirina aştiyê zehmete lê divê gav bên avêtin. Name hat xwendin lê em dixwazin serokatiya xwe biz indî bibînin. Bila Newrozê de bi dîmen Newroza me pîroz bike. Em gava gerîla jî pîroz dikin.”
‘Em dixwazin dîmen û dengê serokatiya xwe bibihîzin’
Medîne Kiyak jî anî ziman ku dema daxuyaniya dîrokî de gelek kelecanî bûne û got piştî daxuyaniyê divê her kes berpirsyarya xwe bigire. Medîne Kiyak wiha vegot: “Hemû dayîkan bedel dane, erê gelek dayik hene ku ji ber windakirina zarokên xwe êşiyane, lê ev dayik dixwazin êdî xwîn raweste. Rêberê me gavek pir baş avêt û em hemû jî pir kêfxweş û kêfxweş in. Em kurd aştiyê dixwazin, bila tirk jî bixwazin û ji bo wê gavan bavêjin. Xwezî em Rêbertî bidîtana, lê vê carê me nikarîbû xwe li heyecanê bigirta. Em dixwazin li qadên Newrozê rismê Rêberê xwe bibînin û dengê wî bibihîzin. Ger kurd ji bo aştiyê gavekê bavêjin, divê tirk deh gavan bavêjin. Çawa ku pêngava Rêbertiyê me hemûyan kêfxweş kir, pêngava dewletê jî divê me hemûyan kêfxweş bike.”