Li Almanyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş

  • 21:35 10 Nîsan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistanî û dostên wan ên ku heta ber avahiya Serokwezîriyê ya li Berlînê meşiyan û anîn ziman ku ji bo Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bê berdan berpirsyariya taybet dikeve ser milê hikûmeta Almayayê.
 
Kurdistanî û dostên wan ên Alman li Brandenburger Tor a Berlînê hatin ba hev û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta avahiya Serokwezîriyê meşiyan.
 
Siyasetmedar Faysal Sariyildiz, Sîbel Yîgîtalp û Parlamenterê Dîe Lînke Ferhat Koçak jî tevlî çalakiyê bûn.Piştî axaftina Ferhat Koçak, daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan zêdetirî 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin û wiha hat gotin:“Ev tecrîd ne tenê li derveyî mirovahiyê ye, di heman demê de zexta siyasî ye. Ev jî nîşan dide ku bê çiqasî ji fikir, raman û modela civaka demokratîk ditirsin. Ocalan ne girtî ye, ew pêşengê modela civaka demokratîk e. Di 27’ê Sibatê de banga çareseriya pirsgirêka Kurd kir. Careke din ji bo dawî li şer were, rêya çareseriya pirsgirêka Kurd nîşan da. Ev bang di heman demê de banga ji bo Kurdan, Tirkan, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye.Ev modela civakî bi salan e li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku di bin zext û gefan de ye hatiye avakirin. Ev  yek nîşan dide ku civakek li ser bingeha xweseriya demokratîk, wekheviya zayendî û jiyana hevpar a aştiyane ya di navbera komên cuda yên gel de pêkan.Li wir em cidiyeta Tevgera Kurd û hêza fikrên Abdullah Ocalan dibînin."
 
Her wiha hat destnîşankirin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd nîşan daye ku ji bo demokrasî, aştî û jiyana hevpar a hemû gelan cidî ye û tevî zext û tawanbariyan jî bi agirbesta yekalî pirek ava kiriye, di nava lêgerîna diyalogê de ye û ji bo jiyana hevpar a aştiyane dixebite.
 
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin “Hikûmeta Elman gelek caran diyar kiriye ku ew dixwaze piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê. Ji ber vê yekê em îro dipirsin; wê kengê li gorî sozên xwe tevbigere? Hikûmeta federal heta kengê wê xwe paşve bikşîne? Em li şûna piştgiriyê, bêdengiyê dibînin. Di vê mijarê de perpirsyariyeke taybet a Elmanyayê heye. Eger hûn bi rastî jî aştiyê dixwazin divê hûn daxwaza aştiyê bikin!”
 
Daxuyanî bi van daxwazan dom kir:
 
“1. Abdullah Ocalan divê demildest bê berdan– ev gava yekem a pêvajoya diyalogê ya rasteqîne!
 
2. Ji bo pêvajoya çareseriya siyasî zext û piştgiriya navneteweyî divê (bi taybetî jî Hikûmeta Federal)!
 
3. Dawî li krîmînalîzekirina çalakvanên Kurd ên li Almanyayê bînin.”
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebe, Tevgera Azadiyê ya Kurd were krîmînalîzekirin, edalet û aştî were astengkirin, em ê dengê xwe bilind bikin."
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Ji Ocalan re azadî” bi dawî bû.