
Konferansa ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ bidawî bû
- 22:11 12 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encamnameya Konferansa Navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ya ku di navbera 11-12’ê Nîsanê de li Romayê pêk hat de, ji bo pirsgirêka Kurd bi azadiya Abdullah Ocalan re bê çareserkirin gelek pêşniyar hatin kirin.
Li paytexta Îtalya Romayê di navbera 11-12’ê Nîsanê de Konferansa Navneteweyî ya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hate lidarxistin. Di encama nîqaşên li konferansê hatin kirin de encamname hate amadekirin, di hizûra beşdaran de hate xwendin.
Encamnameya konferansê bi vî rengî ye:
Li paytexta Îtalya Romayê Konferansa Navneteweyî ya bi navê "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi beşdariya 360 nûnerên partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên jinan û ekolojiyê, parêzer, rêxistinên hiqûqî, çalakvanên aştiyê, endamên Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, akademîsyen, rojnamevan, oldar, doktor û navendên civakî yên ji welatên weke Ewropa, Efrîqa, Emerîka Latîn, Asya, Misir, Tirkiye û Kurdistanê hatin di 11 û 12'ê Nîsanê de hate lidarxistin.
‘Banga Ocalan berdewama misogerkirina aştiyê ye’
Beşdarên konferansê banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate kirin, bi kêfxweşî pêşwazî dikin û piştgiriyê didinê. Her wiha agirbesta yekalî ya 9’emîn a PKK’ê weke berdewamiya dilsoziya aliyên Kurd a ji bo aştiyê hate nirxandin.
Beşdarên konferansê bêbersiviya dewleta Tirk a ji bo banga Abdullah Ocalan û agirbesta yekalî ya PKK’ê weke metirsiyeke cidî dibînin.
Li Tirkiyeyê pêla girtina şaredar, rojnamevan, parêzer û aştîxwaza, bi awayekî eşkere rêbaza otorîter a hikûmeta Tirkiyeyê nîşan dide. Ev yek li hember daxuyaniyên siyasî yên derbarê destpêkirina serdema aştiyê dane, bêbaweriyeke mezin çêdike.
Her wiha êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên li ser çeperên PKK’ê berdewam dikin û nûçeyên der barê bikaranîna çekên kîmyewî dîsa di rojevê de ne.
Di konferansê de zehmetî û encamên erênî yên di du salên dawî yên kampanyayê de derketine holê bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Kampanyaya parzemînî ya ku bi gelek çalakiyên siyasî, hiqûqî û civakî pêk hat, rê li ber zextên siyasî yên li ser Konseya Ewropa, CPT û hikûmeta Tirk vekir.
Fikra Ocalan çavkaniya îlhamê ye
Bi rêya van çalakiyan fikrên Abdullah Ocalan ên li ser konfederalîzma demokratîk, azadiya jinê, ekolojî, cihêrengî û perspektîfên nû yên jiyana hevpar a ji bo civakên her çar aliyên cîhanê bûne çavkaniya îlhamê.
Îro têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan tê dayin, şensê serketina banga dîrokî ya aştî û civaka demokratîk a Abdullah Ocalan zêdetir kiriye. Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd şertek pêwîst e û ev yek wê rê li pêşiya pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê veke.
Demokratîkbûna Tirkiyeyê wê li Sûriye, Rojava, Iraq, Başûrê Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn guhertinên erênî bi xwe re bîne. Di vê dema ku siyaset ber bi rastgiriyê ve diçe û bêhiqûqî, wêrankirina ekolojîk û dijminatiya li hember jinê di asta kurevî zêde dibi de, Ocalan ji herêmên herî bi krîz ê Rojhilata Navîn hêza civakê weke firsenda aştiyê dibîne. Ji ber vê yekê banga wî ji bo me ye. Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn a ku yek ji herêmên herî krîtîk ên cîhanê ye, şensê aştiyê ye.
Pêşniyarên ji bo çarseriya pirsgirêka Kurd
Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya azadiya Abdullah Ocalan bê çareserkirin, ev pêşniyarên li jêr divê pêk bên:
".Ji bo ku hikûmeta Tirkiyeyê bi azadiya Abdullah Ocalan dest pê bikevû bikeve nava pêvajoyeke aştiyê ya cidî û watedar, divê zextên siyasî yên li ser hikûmetên Ewropayê derkevin lûtkeyê û bên bihêzkirin.
2.Ji bo mîna Îtalyayê, li seranserê cîhanê hemwelatiyê rûmetê bidin Ocalan xebat meşandin.
3.Bi pêşengiya sendîka û tevgerên civakî yên berfireh ên li paytextan, kampanya “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bibe Roja Çalakiya Kurevî.
4.Ji bo azadiya Ocalan konser û semîner bên lidarxistin.
5.Ocalan ji bo Xelata Nobelê ya Aştiyê weke namzet bê nîşandan."