Li kolanên Wanê ber bi 8’ê Adarê ve: Bêdeng nemînin

  • 09:11 7 Adar 2025
  • Rojane
Neslihan Kardaş-Memihan Zeydan 
 
WAN - Jinên Wanê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê nirxandin kirin. Ayşe Demîr bang li jinan kir û got: “Biqîrin, bêdeng nemînin, xwe îfade bikin. Çi dibe bila bibe li mafên xwe bigerin. Wê rojekê pêk bê. Bêdeng nemînin.”
 
Berbi 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ve jinên Wanê ji ajansa me re  der barê girîngiya 8’ê Adarê de axivîn.
 
Jina bi navê Kiymet Guven da zanîn ku divê tundiya li ser jinan bidawî be û wiha got: “8’ê Adarê ji bo min rojek girîng e. Bila tundî li jinan neyê kirin. Her tim jinan cuda dibînin. Em 8’ê Adarê bi tundiyê pêşwazî dikin.”
 
‘Em beramberê keda xwe nagirin’
 
Jina bi navê Meryem a li taxa Xaçort a Wanê dirûnvaniyê dike wiha anî ziman: “Tevî ez nexweşim ez di vê sermayê de têm li vir dixebitim. Ez kedek mezin didim. Zor û zehmetiyan dikşînim. Lê em beramberê keda xwe nagirin.” 
 
‘Ji bo hemû jinan daxwaza rojên xweş dikim’
 
Ayşe Demîr ku kuafor e diyar kir ku her cureyê tundiyê li jinan tê kirin û got: “Em jin her zor û zehmetiyê dikşînin. Em hewl didin li ser piyên xwe bisekinin. Li malê cuda li kargeriyê cuda em dixebitin. Rojê gelek jin tên kuaforê. Em sohbetê dikin. Lê hemû jî di şertên zehmet de dijîn. Di alî aborî de pirsgirêkan dijîn. Divê di 8’ê Adarê de jin bên gel hev û dengê xwe bilind bikin. 8’ê Adarê ji bo min qêrînê îfade dike. Bang li hemû jinan dikim. Bila bêdeng nemînin. Xwe îfade bikin, biqîrin. Çi dibe bila bibe wê rojekê tiştên baş bibin. Bêdeng nemînin.”
 
Gulşah Ertaş jî got divê her roj 8’ê Adarê bin û divê her qad ji bo jinan ewle bin û divê jin mafên xwe biparêzin. Jina bi navê Zelal Bahadir jî destnîşan kir ku ew cîhaneke bê tundî, bê qetilkirin dixwazin û got divê jin mafên xwe biparêzin.
 
'Dinyayeke bê şîdet dixwazim'
 
Herî dawî Zelal Bahadir axivî û got, “Jin li vê cîhanê pîroz e, lê nirxê wê nayê dîtin. Ez cîhanek bê kuştin û tundiya li ser jinan naxwazim. "Rastiya ku jin dadikevin kolanan û diqîrin û mafên xwe diparêzin divê li ber çavan bê girtin."