Jinên Wanî: Em ê li dijî qirkirina jinan mîtînga xwe pêk bînin

  • 09:12 7 Adar 2025
  • Rojane
WAN - Li Wanê di 9’ê Adarê de li Parka Mûsa Anter bi dirûşmeya ‘Em li dijî qirkirina jinan serî hildidin, em ber bi azadiyê ve dimeşin’ roja jinan wê bê pîrozkirin. Jinan  der barê rojê de bang kirin û diyar kirin ku ew ji peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêzê digirin û xebatên 8’ê Adarê dimeşînin. Jinan bang li hemû jinên Wanê kirin ku di 9’ê Adarê de li Parka Mûsa Anter bin.
 
Li hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jin îsal bi dirûşmeya  ‘Em li dijî qirkirina jinan serî hildidin,  ber bi azadiyê ve dimeşin’ 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin. Di vê çarçoveyê de li Wanê di 9’ê Adarê de li Parka Mûsa Anter wê mîtînga fînalê pêk bê. Jin ji bo mîtîngê xebatên xwe didomînin.
 
Jinan diyar kirin ku ji peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêzê digirin û xebatên 8’ê Adarê dimeşînin.
 
‘Em hemû jinan dipên mîtîngê’
 
Jina bi navê Oznur Evîn diyar kir ku peyama Abdullah Ocalan hêz daye wan û got: “Jin her tim li alî aştiyê ne. Peyama hatiye hêz û moral da me. Em bi vê hêzê dixebitin. Em peyamê diparêzn. Em piştgiriyê didin. 8’ê Adarê ji bo me girîng e. Dema me xebatên 8’ê Adarê dimeşand jinan peyama Birêz Ocalan dipirsîn. Em ji peyamê hêzê digirin û hemû jinan vedixwînin qadê.”
 
‘Em ê li qadan bin’
 
Leyla Çelîk da zanîn ku wê xebatên 8’ê Adarê bigihînin hemû jinan û got: “Bernameyên me bi coş derbas dibin. Armanca me rêxistinkirina hemû jinan e. Armanca me ev e ku em rihê berxwedanê bidin hîskirin. Em armanc dikin ku kolan bi kolan xwe bigihînin hemû jinan. Em êdi 8’ê Adarê de bi coşek mezin bi hêvî li qadan bin. Li dijî qirkirina jinan em ê mîtînga xwe ya azadiyê pêk bînin.”
 
'Em hemû jinan vedixwînin Parka Mûsa Anter'
 
Ayşe Ergun jî destnîşan kir ku Peyama Abdullah Ocalan jin kelecanî kirine û got Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di her axaftina xwe de behsa azadiya jinan dike. Ayşe Ergun wiha dawî lê anî: “Em ê xeta têkoşîna jinan û qada wê mezin bikin û pêş bikevin. Em di 8’ê Adarê de saet di 11.00’an de hemû jinan vedixwînin Parka Mûsa Anter.”