TAJÊ û Rêveberiya Xweser serdana gorên pakrewanan kirin

  • 09:17 7 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ li gel, Saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê û bi tevlîbûna malbatên pakrewanan, bi boneya 8’ê Adarê serdana şehîdgehê kirin, gul danîn ser gorên pakrewanên jin ên di oxira azadiya Şengalê de canê xwe feda kirine.
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê û malbatên şehîdan, bi boneya rasthatina 8’ê Adarê û ji bo bîranîna pakrewanên jin ên di oxira Şengaleke azad û xweser de canê xwe feda kirine, serdana şehîdgeha Şehîd Dilgeş-Şehîd Berxwedan kirin.
 
Civaka Êzidî û bi taybet jî dayik û jinên Êzidî hebûna xwe deyndarê bi sedan pakrewanan dibînin û di her boneyekî de birêzdarî bibîrtînin û dilsoziya xwe ya bi wan re nû dikin. Li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş-Şehîd Berxwedan a Serdeşta çiyayê Şengalê, bi dehan pakrewanên jin ê şervan û gerîla ên ji her çar parçeyên Kurdistanê hene. Ev şervan û gerîlayên jin ên di dema fermanê û pêvajoya piştre de di encama êrişên DAIŞ, PDK û dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane. Jinên Êzidî asta îro gihîştinê, destkeftiyên xwe û azadiya li Şengalê weke berhema ked û fedekariya mezin a pakrewanan dibînin. Lewma di her boneyekî de berê pêşîn pakrewanan bibîrtînin, paşê dest bi boneyên xwe dikin.
 
Bi boneya hatina 8’ê Adarê saziyên Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan serdana şehîdgehê kirin, bi rêûresmên Êzdayetî wan bibîranîn û gul danîn ser gorên pakrewanan.