Ji 4 bajaran şênî berê xwe dan Bendava Tişrînê

  • 09:36 7 Adar 2025
  • Rojane
  
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs ji bo beşdarî nobeta berxwedana Bendava Tişrînê , ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê.
 
Şêniyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs yên Kantona Cizîrê ji bo tevlîbûna berxwedana Bendava Tişrînê vê sibehê berê xwe dane berxwedana Bendava Tişrînê.
 
Bi dehan şênî, kal, ciwan, jin, hunermend, rewşenbîr û pîrjinan li qadên bajarên xwe kom bûn û berê xwe dane berxwedana Bendava Tişrînê.
 
Ji 8`ê Çileya 2025`an gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê kom bi kom berê xwe didin bendava Tişrînê.