
8'ê Adarê wesayitên şaredariyê ji bo jinan bê pere ne
- 14:12 7 Adar 2025
- Rojane
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de dê xizmeta hatûçûnê bê pere ji jinan re pêşkêş bike.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê biryarek li ser veguhestinê girt. Li gorî biryarê, di 8'ê Adarê de hemû wesayitên veguhestina giştî yên ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin in li navenda bajêr û navçeyan dê ji bo jinan bê pere be.