Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Em xwedî li rojnamegeran derdikevin

  • 20:40 10 Nîsan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- DGF, MKG û DÎSK Basin-Îş der barê doza ku li rojnamegerên ku ji bo rojnamegerên ku Tirkiyeyê qetil kirine Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bibîr anîne hatiye vekirin û yekemîn runiştina ku wê sibê bê dîtin banga xwedî derketinê kir.
 
Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DGF), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamya û Sendîkaya Xebatkarên Weşan û Matbayê ya Tirkiyeyê (DÎSK Basin Îş) ji bo runiştina yekemîn a rojnamegeran a li Stenbolê wê bê dîtin banga tevli bûnê kir.
 
Di daxuyaniya li ser çapemeniya civakî hat dayîn de wiha hat gotin: “Em xwedî li rojnameger û rojnamegeriyê derdikevin. Runiştina rojnamegerên ku Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bibîr anîn  sibê li 24’emîn dadgeha ceza giran a Stenbolê tê dîtin. Em banga xwedî derketinê li hemû rayagiştî dikin.”