'Sala 2025'an dê nebe sala 'malbatê' bibe sala jinê'
- 14:27 7 Adar 2025
- Rojane
STENBOL - Meclîsa Jinan a SES û KESK'ê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de daxuyaniyek dan, diyar kirin ku di avakirina Wezareta Jinê de israra xwe nû dikin û gotin "Em dibêjin dê ev sal nebe sala malbatê û bibe sala jinê."
Meclîsa Jinê a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) bi boneya 8'ê Adarê li Fakulteya Tibê ya Stenbolê ya Fatîhê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta "Em dest ji maf û jiyana xwe bernadin, têkoşîna xwe ya wekhevî û azadiyê didomînin" vekirin û dirûşmên "Em jin in, ne malbat in, di serî de jin in" û "Bijî 8'ê Adarê, bijî têkoşîna me ya jinan" hatin qîrîn.
Di daxuyaniyê de Nûnera Kargehê Guldane Çelîk metna çapemeniyê xwend.
'Em nabêjin sala malbatê dibêjin sala jinê'
Guldane Çelîk, anî ziman ku jin her 8'ê Adarê li dijî îstîsmara kedê, şer, xizanî û yên ku jinan paşguh dikin dadikevin qadan û got, "Em îsal jî 8'ê Adarê bi xizanî, bêîstîkrar û tundiyê pêşwazî dikin. Em bi îsyan û hêrsa xwe ya li dijî kapîtalîzma baviksalarî ya nijadperest, şer û axaftinên nefretê yên ku zêdetir qeyranan derdixin, têkoşînê mezin dikin û bi heman biryardariyê ber bi pêşerojê ve dimeşînin. Em karekî ewledar û cihên kar ên ewle dixwazin, ne karekî bê ewle. Em bi bîr tînin ku lênêrîna zarokan berpirsiyariya dê û bavan e, ne tenê yajinan û pêwîst e li her taxê kreşeke bêperewere vekirin.Em israra xwe ya ji bo avakirina 'Wezareta Jinê' dubare dikin û sala 2025'an ne sala malbatê, wê bibe sala jinê."
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşman bi dawî bû.