Li Îdirê 8'ê Adarê: Jinan bi govendê coşa xwe geş kirin
- 14:46 7 Adar 2025
- Rojane
ÎDIR - Li navçeya Qulpê ya Îdirê bi beşdariya bi sedan jinan mîhrîcana 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hate lidarxistin. Jinan bi govendê bi erbane û qîrîna dirûşma "Jin, jiyan, azadî" ev roj pîroz kirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li navçeya Qulpê ya Îdirê şahiyek li dar xist. Festîval bi şîara "Em bi têkoşîna azadiya jinê aştiyê bi rêxistin dikin" li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat lidarxistin. Gelek jin û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê beşdarî mîhrîcanê bûn.
'Roja jinan pîroz be'
Hevşaredara Îdirê Nejla Kum di mîhrîcanê de axivî û bal kişand ser dîroka 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û got, "Jinan di tevahiya dîrokê de li dijî desthilatdariyê serî hildan û 8'ê Adarê li hemû cîhanê bû roja jinên cîhanê. Roja jinan li me hemûyan pîroz be."
'Em di 8'ê Adarê de serhildana xwe mezin dikin'
Piştre Hevşaredara Xelfelî Yildiz Tendîk Parî axivî û ji bo jiyaneke ku şîdeta li ser jinê tune be û her kes di nava şert û mercên wekhev de bin xwest. Yildiz Tendîk Parî got, “Me jinan bi salan bedelên herî giran dan û hê jî em têdikoşin. Îro jî jin tên qetilkirin û ev polîtîkaya şerê taybet a dewletê ye. Em van qebûl nakin û em ê di 8'ê Adarê de serhildana xwe berfireh bikin."
Merasîm bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.