Li Santiagoyê jinan çalakî lidar xistin

  • 15:32 7 Adar 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Şîlî Santiagoyê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurdistanê û Komîteya Piştevaniyê çalakiyek hate lidarxistin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.
 
Ji bo piştgirî dayîna banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî ya fîzîkî, roja Pêncşemê li ber Balyozxaneya Tirk çalakiyek hate lidarxistin. Gelek nûner û aktîvîstên saziyan, beşdarî çalakiyê bûn.
 
Di çalakiyê de jinan laçikên spî li serê xwe kirin û ev laçik danîn ber balyozxaneyê.
 
Bi vê yekê re, bal kişandin ser kevneşopiya berxwedana aştiyane ya gelê Kurd û qala rola jinan a di çanda aştiyê de hate kirin.
 
Jinan daxuyanî dan û diyar kirin ku divê dewleta Tirk û welatên ku pê re hevkariyê dikin, berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Jinan destnîşan kirin ku êdî ji bo gelê Kurd û hemû gelan dema aştî û demokrasiyê hatiye.
 
Di çalakiyê de hate ragihandin ku gelê Kurdistanê wê di têkoşîna aştî û demokrasiyê de heya dawî bi gelê Kurd re mil bi mil bin.
 
Di çalakiyê de li ser navê Tevgera Jinên Kurdistanê û Komîteya Piştevaniyê, danezanek hate xwendin û bang li dewleta Tirk hate kirin ku dawî li êrîşên li ser Kurdistanê bîne û pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk were çareserkirin.
 
Hate destnîşankirin ku bêdengiya hikûmeta Şîlî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk nayê qebûlkirin û hate xwestin ku hikûmeta Şîlî li dijî van binpêkirinan helwest nîşan bide.
 
Di dema çalakiyê de pankartên “Demokrasî ne tenê sîstemek e, şêwazekî jiyanê ye”, “Netewperestî nexweşiyek e, tedawiya wê azadî ye” û “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji gelê Kurd re çareseriya siyasî” hatin hildan.
 
Herî dawî jinan destnîşan kirin ku ji bo di têkoşîna gelê Kurd de qonaxeke nû destpê bike, azadiya Abdullah Ocalan divê teqez pêk were.