Li ber girtîgehê bang kirin: Divê mafê hêviyê were bicihanîn

  • 16:35 7 Adar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li ber Girtîgeha Amedê, Kampûsa Girtîgeha Wanê û Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî dan û diyar kirin ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan bûye hêvî û gotin: “Divê demildest mafê hêviyê yê birêz Abdullah Ocalan bê qebûlkirin û şert û mercên azadiya fîzîkî pêk were.”
 
MED-TUHAD-FED, TJA, TUHAY-DER û DBPê bi dirûşma “Bi azadbûyina jinan ve ber bi civaka azad ve” li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de daxuyanî dan. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Dayikên Nobeta Edaletê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sîvîl û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Hevseroka TUAY-DER'ê Yeter Erel Tuma diyar kir ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelan û bi taybet jinan re bûye hêvî û got: “Ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan û jinan xwedî wateyeke mezin e. Avakirina civaka demokratîk a li ser bingeha azadiya jinan pêwîstiya vê bangê ye. Ji bo ku astengiyên li pêşiya pêvajoya aştiyê bên rakirin, divê demildest mafê hêviyê yê birêz Abdullah Ocalan bê qebûlkirin û şert û mercên azadiya fîzîkî xebat bên destpêkirin. Avakirina civakeke ku jin û gel bi hemû nasnameyên xwe azad bijîn û mafên xwe biparêzin, bi rakirina tecrîdê pêkan e.”
 
Yeter Erel Tuma da zanîn ku ji bo bibin dengê hevrêyên xwe yên jin ên di girtîgehan de dîl girtî û got: “Zextên sîstematîk, îşkence û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin û bi taybetî girtiyên jin dibin hedef. Jin rastî lêgerînên tazî tên, mafên wan ên tenduristiyê tên desteserkirin, mafên wan ên ragihandinê tên astengkirin û polîtîkayên tecrîdê tên kûrkirin. Zêdebûna mişextiyê, cezayên dîsîplînê, darvekirin û şewitandina di demên dawî de, nîşaneya zelal a hewldanên tinekirina têkoşîna azadiya jinan e. Lê em dizanin ku jin li ku bin li ber xwe didin û tu carî paşve gav navêjin.”
 
 
Yeter Erel Tuma diyar kir ku ji bo mezinkirina têkoşîna azadiya jinan û avakirina civakeke demokratîk, jinan dengê xwe bilind kiriye û wiha got: “Pêkanîna edaleta civakî û avakirina jiyaneke wekhev û azad tenê bi têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan pêkan e. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya xwe, ji bo jiyanek wekhev û adil, li dijî zilm û mêtingeriyê bilind bikin.”
 
Adalet Kaya jî da zanîn ku li girtîgehan polîtîkayên cezakirinê, îşkence û çewisandinê bi awayekî sîstematîk berdewam dikin û got: “Em li vir bangî Wezareta Dadê dikin, divê dawî li van polîtîkayan bê anîn. Di girtîgehan de jin rastî lêgerîna tazî tên, ev îşkence, binpêkrina mafê mirovan e. Em van polîtîkayan bi tu awayî qebûl nakin, red dikin. Di 27ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fikir û nêrînên xwe ji hemû mirovahiyê re ragihand, banga aştî û civaka demokratîk kir, rê û rêbaza vê nîşan da. Divê ev pergala tecrîdê ya li ser Abdullah Ocalan û hemû girtiyan bê rakirin, di serî de ji bo birêz Ocalan û ji bo hemû girtiyan mafê hêviyê bê pêkanîn.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
 
Her wiha Stenbolê li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û li Wanê jî li ber Kampusa Girtîgehê daxuyanî hat dayîn û banga azadiya girtiyên siyasî hat kirin.