
Rêxistina efûyê: 8’ê Adarê de mafê protestoya aştiyane biparêzin
- 18:47 7 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ku beriya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek weşand, bang li rayedaran kir ku berpirsyariyên xwe yên di vî warî de bi cih bînin û bi bîr xist ku mafê protestokirina aştiyane bi qanûnên Tirkiyeyê û hiqûqa mafên mirovan ên navneteweyî yên ku ew alîgirê wê ye tê parastin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da û bi bîr xist ku mafê xwepêşandanên aştiyane bi qanûnên Tirkiyeyê û hiqûqa mafên mirovan ên navneteweyî ya ku ew alîgirê wê ye tê parastin. Di daxuyaniyê de bang li rayedaran hat kirin ku di vî warî de berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî van erkên xwe careke din bi bîr xist û bang kir ku di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li gelek bajaran bi taybet li Stenbolê çalakiyên Meşa Şevê ya Femînîst a kevneşopî û çalakiyên din ên aştiyê bên lidarxistin.
Şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Tirkiyeyê jî ji Walîtiya Stenbolê re nameyek şand û daxwazên xwe yên ji bo parastina mafê xwepêşandanên aştiyane anî ziman.