'Bangewaziya dîrokî, aştî dîsa nûjen kir'

  • 09:08 7 Adar 2025
  • Rojane
  
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê yên têkildarî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn wiha gotin:"Îro jî herî dawî di sala 2025'an de bangewaziya Rêbertî ya danîna çekê ji bo me bangewaziyek pir girîng bû. Ji ber ku Rêbertî bi vê bangewaziya xwe dîroka aştiyê carek din nûjen kir."
 
Piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hat deklerekirin şûnde hemû aliyan piştgirî dan û bi coş pêşwazî kirin. Bertekên erênî yên ji bo vê bangê li gelek cihan dewam dikin. Jinên li Helebê jî der barê bangê de axivîn. Jinan gotin:"Heta roja me ya îro li her çar perçeyên welêt em dibînin Gelê Kurd têdikoşe. Ev tê wateya ku ev gel têkoşînê ji bo pêkanîna aştiyê dike. Wê bi saya felsefeya Rêbertî çareseriyek mayinde li cîhanê were pêkanîn."
 
'Bangewaziya dîrokî, aştî dîsa nûjen kir'
 
Ji Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya bajarê Helebê Suad Hesen têkildarî bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha got:"Di roja me ya îro de em weke jin ji ber ku me perwerdeyên xwe li ser fikir û felsefeya Rêbertî dîtiye îro pir di cih de ye em bêjin em jinên kurd in. Îro em weke Gelê Kurd di nava pêvajoyek nû de derbas dibin. Pêvajoya guhertin û veguhertinê ye. Di demên berê de wexta bi saya Rêbertî dîsa banga agirbest û aştiyê hat kirin lê belê dîsa di wê demê de dewleta Tirk bi gelek planan xwest banga aştiyane ya Rêbertî asteng bike û pêşî lê bigirin. Îro jî herî dawî di sala 2025'an de bangewaziya Rêbertî ya danîna çekê ji bo me bangewaziyek pir girîng bû. Ji ber ku Rêbertî bi vê bangewaziya xwe dîroka aştiyê carek din nûjen kir."
 
'Bi felsefeya Rêbertî çareseriyek mayinde wê pêk were'
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Suad Hesen wiha got:"Dema ku Rêbertî banga danîna çekê kir gelek kesî wiha fêm kirin ku êdî tu wateya hebûna Kurdan nema ye. Lê danîna çekê tê wateya guhertina pêvajoyê carek din a ber bi aştiyê ve. Dewletên kapîtalîst her ji bo sorkirina gelên Rojhilata Navîn siyasetên pir qirêj dan meşandin û heta roja îro ev alozî dan berdewamkirin. Lê heya kengî wê ev şer dewam bike? Bê guman em weke Gelê Kurd di nava vê aloziyê de her li ser piyan dima. Ji bo xelasiya ji desthilatdariyê ya ku li ser me hatibû meşandin me gelek pakrewan dan lê em wan pakrewanên xwe bi pakrewanên aştiyê bi nav dikin. Heta roja me ya îro li her çar perçeyên welêt em dibînin Gelê Kurd têdikoşe. Ev tê wateya ku ev gel têkoşînê ji bo pêkanîna aştiyê dike. Wê bi saya felsefeya Rêbertî çareseriyek mayinde li cîhanê were pêkanîn."
 
'Rizgariya Rêbertî peywira me ye'
 
Suad Hesen anî ziman hemû dostên Kurdan îro ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin û wiha li axaftina xwe zêde kir:"Di roja me ya îro de ne tenê gelê Kurd banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin lê belê hemû dostên gelê Kurd jî ji bo azadiya Rêbertî dengê xwe bilind dikin. Herî zêde rizgariya Rêbertî peywirerek dikeve ser milê jinên Kurd e lewma di serî de têkoşîn ji me jinan tê xwestin. Ji ber ku aştî bi felsefeya Rêbertî di rihê jinan de hatiye avakirin. Îro dem dema pêkanîna aştiyek li cîhanê ye, dem dema avakirina jiyaneke azad a Gelê Kurd e."
 
'Divê ramanên Rêbertî esas were girtin' 
 
Suad Hesen bal kişand ser xalek sereke û wiha bi lêv kir:"Îro çareseriya aloziya Rojhilata Navîn bi paradîgmaya Rêbertî pêkan e. Rêbertî di hemû pirtûkên xwe de qala sedemên alozî û çareya wê nirxandinê kir. Lewma îro dem dema pêkanîna rast a perspektîfên Rêbertî ye. Ji ber guhertina vê pêvajoya xetimî pêşniyara guhertin û çareseriya wê ya ji aliyê Rêbertî bû. Lewma pir girîng e felsefeya Rêbertî esas bê girtin lewma ji her kesî re bangewaziya me heye ku weke zemînek bingehîn ramanên Rêbertî esas were girtin da ku hemû netew bi hev re di aştiyek hevpar de li cîhanê bijîn."
 
'Em ê destê Rêberê xwe xurt bikin' 
 
Suad Hesen silav û rêzên xwe ji Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan re bi rê kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:"Ez hezar silavên xwe ji Rêbertî re bi rê dikim. Em Rêberê xwe bi pêşengiya aştiyê bi nav dikin ji ber ku aştiya Rêbertî pêşniyar dike ji şerê ku heya roja îro li cîhanê tê meşandin çêtir e. Em ê jî xebat bikin. Bi Rêberê xwe re em ê destê Rêberê xwe xurt bikin. Em ê bi hev re aloziyê bi dawî bikin û Rêberê xwe rizgar bikin."
 
'Serkeftina dozê bi ramanên Rêbertî pêkan e'
 
Di heman demê de têkildarî heman mijarê Hevseroka Meclisa Giştî ya taxa Şêxmeqsûd û taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê Hêvîn Silêman jî axaftina xwe têkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi ajansa me re parve kir û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Peyama herî dawî ku Rêber Abdullah Ocalan da ji bo me weke gelê Kurd her wiha ji bo tevahî cîhanê peyam û bangawaziyek dîrokî ye. Sedema wê jî ew e ku Rêbertî projeya aştî û demokratik pêşkêşî hemû cîhanê kir. Bê guman jî serkeftina doza gelê Kurd bi paradîgmaya Rêbertî pêkan e."
 
'Bi dîtina wêneyê Rêbertî em gelek kêfxweş bûn'
 
Hêvîn Silêman da zanîn wan wexta li peyama Abdullah Ocalan guhdar kirine û wêneyên wî dîtine hestiyar bûne û wiha dewam kir:"Dema me wêneyê Rêbertî dît her çiqas em bêjin em kêfxweş û kelecanî bûn, em ê nikaribin tam mafê wî hestên ku me jiyabû bidin. Dîtina Rêbertî ji bo me fersendek dîrokî bû. Rêbertî bi bangewaziya xwe zextek li ser dewletên navneteweyî kir ku projeya Rêbertî bipejirînin. Ev dewletên ku ewqas sal in li ser bingeha tunekirina felsefeya Rêbertî komplo li ser Rêbertî dan meşandin."
 
'Pêkanîna aştiyê bi doza Kurdî ve girêdayiye'
 
Hêvîn Silêman bi lêv kir ku ger pirsgirêka kurd çareser bibe wê aştî jî bê û wiha pê de çû:"Rêbertî bar da ser milê me û em ê jî layiqî vê yekê derkevin. Em ê bi Rêberê xwe re pêkanîna aştiyê li cîhanê bi ramanên Rêbertî tacîdar bikin. Roja îro erka dewletên navneteweyî ye ku Rêbertî rizgar bikin. Bangewaziya aştiyane ya Rêbertî di nava civaka Kurd de sînordar nema. Ev di heman demê de ji bo aştiya hemû cîhanê bû. Divê deriyên Îmraliyê were vekirin û xebat di milê siyasî û zagonî de werin meşandin. Her wiha divê xwedî li doza Kurdan derkevin. Heta ku meseleya Kurd neyê çareserkirin wê aştî li cîhanê neyê belavkirin. Erka me ye, em xebatê ji bo pêvajoya nû bikin."
 
'Em soza rizgariya Rêbertî didin'
 
Herî dawî Hêvîn Silêman da zanîn ji bo Abdullah Ocalan rizgar bibe ew ê her tim têkoşîna xwe dewam bikin û wiha got:"Divê hemû dewletên navneteweyî felsefeya Rêbertî ji xwe re bingeh bigrin da ku aloziya heyî bi dawî bibe. Em weke jinên Kurd soz didin Rêberê xwe ku em ê têkoşîna di oxira pêkanîna aştiyê de bi serkeftinê tacîdar bikin. Em ê Rêberê xwe rizgar bikin."