Komîsyona Jinan a ÎHD'ê: Jin di 8'ê Adarê de aştiyê dixwazin

  • 12:47 7 Adar 2025
  • Rojane
 
ENQERE - Komîsyona Jinan a Navendî ya ÎHD'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daxuyaniyek da û got, "Heta ku pirsgirêka Kurd çareseriyeke aştiyane nebîne, jin wê bi binpêkirina mafan rû bi rû bimînin."
 
Komîsyona Jinan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Şaxên xwe yên Enqereyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Ji ÎHD'ê Sevîl Turgut daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku dê di 8'ê Adarê de daxwaza aştiyê ya jinan zêde bibe.
 
Bingeha pirsgirêkan pirsgirêka Kurd e
 
Sevîl Turgut wiha dewam kir: “Pirsgirêka bingehîn a pirsgirêkên ku em dijîn pirsgirêka Kurd e. Heya ku pirsgirêka Kurd çareseriyeke aştiyane nebîne, wê jin binpêkirina mafên xwe bidomînin. Ji ber vê yekê jin girîngiyeke mezin didin pêvajoyên aştiyê. Ji ber ku pêvajoya aştiyê wê bibe pêvajoyek ku têgihiştina serdestiya mêr, milîtarîst û feodal were pirsîn. Di serî de jin dixwazin di pêvajoya aştiyê de hemû astengiyên li pêşiya azadiya xwe îfadekirin û rêxistinbûnê bên rakirin. Dîsa di vê pêvajoyê de jin dixwazin hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan, pêşî girtiyên nexweş bên berdan û li dijî binpêkirinên mafên jinan ên di her qadên jiyanê de li ser wan tên ferzkirin, azadiya xwe îfadekirinê bê dayîn têbikoşin û dengê xwe bilind bikin. Di vê pêvajoyê de jin dixwazin bêcezabûn bi dawî bibe, hemû sûcên dewletê bên eşkerekirin û hawîrdora hesabpirsîna demokratîk bê afirandin."
 
Em aştiyê dixwazin!
 
Jin daxwaz dikin ku her bûyereke bi êş ku bûye qurbana bêcezabûnê ji nû ve bê lêkolînkirin û ji bo ku careke din ev bûyer pêk neyên, pêwîstiya jinan bi rastiyê heye. Ji ber vê sedemê ji ber girîngiya pêvajoyê, tevî ku heta îro nehatiye dagirtin jî, jin dixwazin di 8'ê Adarê de daxwazên xwe yên aştiyê bi dengekî bilind bînin ziman. Weke parêzvanên mafên mirovan ên jin em bi dengekî bilind daxwaza aştiyê dikin. Belê, em azadiya derbirînê, azadiya rêxistinbûnê dixwazin. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan, îradeya siyasî ya ku dengê me bibihîse jî dixwazin demildest tişta pêwîst bike. Careke din: Jin di 8’ê Adarê de aştiyê dixwazin.”