Li Curnê Reş şahiya 8'ê Adarê: Ji bo aştiyê dê têbikoşin

  • 15:44 7 Adar 2025
  • Rojane
 
RIHA - TJA bi dirûşma “Em li dijî qirkirina  jinan serî hildin, ber bi azadiyê ve dimeşin” li Curnê Reş şahiyek lidarxist û banga mezinkirina rêxistinbûna jinan hat kirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Em li dijî qirkirina  jinan serî hildidin, ber bi azadiyê ve dimeşin" li navçeya Curnê Reş a Rihayê ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê şahiyek li dar xist. Jin ji çar aliyê Rihayê ber bi şahiya ku li Parka Kurd a li navenda navçeyê hat lidarxistin ve herikîn, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a Riha Dîlan Kunt Ayan, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Hevşaredara Curnê Reş Garîp Yeşîl û bi sedan jin beşdar bûn.
 
Jinên ku bi pûşiyên kesk, sor û zer û bi kincên xwe yên neteweyî hatin qadê, li ber stranan govend gerandin û dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin.
 
Hevşaredara Curne Reş Garîp Yeşil bal kişand ser têkoşîna azadiya jinan û di dîrokê de û diyar kir ku heta niha jin gelek bedelên giran dane. 
 
Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran jî, behsa bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got divê bi taybetî dayik xwedî li vî bangî derkevin û bang li hemû dayikan kir ku ji bo aştiyê bi hev re têbikoşin. 
 
Parlamentera DEM Partî ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan jî destnîşan kir ku Curnê Reş di dîroka têkoşînê cihek girîng girtiye û bal kişand ser berxwedana jinan. 
 
Piştî axaftinan hunermend Baran Bozyel derket ser dikê. Şahî piştî gerandina govendê bi dawî bû.