Li Peyasê pîrozbahiyên cihêreng ên 8'ê Adarê

  • 15:46 7 Adar 2025
  • Rojane
 
AMED - Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, li avahiya xizmetê ya şaredariyê serdana karmendên jin kirin û 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanî pîroz kirin.
 
Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, bi Alîkarên hevşaredaran, Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan yên şaredariyê, li avahiya xizmetê ya şaredariyê serdana karmendên jin kirin û 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanî pîroz kirin. 
 
Di serdanê de Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar li yekineyan geriyan, pakêtên ku tê de diyariyî û guldank hebûn, bi hevkariya Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan yên şaredariyê ku hatibûn amade kirin, li karmendên jin belav kirin. Karmendên ji dest hevşaredaran xelat wergirtin, wan jî gul diyarî Hevşaredaran kirin û spasiyên xwe anîn ziman.
 
Pîrozbahiyên li Zarokistanê
 
Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan bi hevkariya Gerînendehiya Çand û Karên Civakî, li Kreş û Mala Nihêrtinê ya Perperike a Zarokistanê, bi malbatên zarokan re 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cîhanî pîroz kirin.
 
Di pîrozbahiyê de Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, Alîkarên hevşaredaran, Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan, Meclîsa Jinan û Gerînendetiya Çand û Karên Civakî amade bûn û li karmend û zarokên li Zarokistana Perperike dixwînin 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cîhanî pîroz kirin. Xelat û guldakên hatibûn amade kirin li zarokan û malbatên zarokan hatin belav kirin.
 
Li Şantiyeya Fenê Serdana Jinên Karmend
   
Bi boneya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî, Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, li şantiyeya xizmetê ya Gerînendehiya Karên Fenê çûn serdana karmendên Jin û 8’ê Adarê li wan pîroz kirin.
 
Li şantiyeya xizmetê ya Gerînendehiya Karên Fenê Hevşaredarên Peyasê serdana karmendên Jin kirin, 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanî pîroz kirin, xelat û guldankên ku hatibû amade kirin li wan belav kirin.
 
Bi cil û bergên gelêrî civîna meclîsa jinan
 
Melîsa Jinan bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanî, bi beşdariya Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, Alîkarên hevşaredaran ên Jin, Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan, Encûmenê Meclîsê yên Jin û karmendên Jin li avahiya xizmetê ya şaredariyê, bi mijara 8’ê Adarê bi dirûşma ‘Gotina Me Neqediya, Em ê Bi Hev Re Tundiyê Bisekinînin' û bi mijara ‘Bi hevgirtina jinan em xurt dibin’ li dar xist, bûn.
 
Hemû Jinên beşdarî civînê bûbûn, bi sedeme pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanî cil û bergên gelêrî li xwe kiribûn û li ser giringî, wateya 8’ê Adarê guftogo kirin û li hemû Jinên kedkar hest û pîrozbahiyên xwe ravekirin. 
 
Di civînê de ji bo mîtînga 8’ê Adarê ya ku dê bê li darxistin, ji bo tevlêbûnê bang hate dayîn û piştî civînê li pêşiya avahiyê ya xizmetê hemû Jin beşdarî govenda ku hate li darxistin bûn û bi hev re 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanî pîroz kirin.