Jinan dest ji kar berdan û daxwaza xwe ya aştiyê anîn ziman
- 16:43 7 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de jinan li gelek bajaran dest ji kar berdan û li gelek bajaran daxuyanî dan û çalakî lidar xistin.
Di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.
Edene
Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê di çarçoveya 8’ê Adarê de bi dirûşma “Jin aştiyê dixwazin” daxuyanî da. Daxuyanî, li avahiya şaxê hat dayin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnerên meclîsên jinan ên partiyên siyasî tevlî bûn. Berdevka Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Edeneyê Baran Oner di daxuyaniyê de got ku herî zêde jin û zarok ji şer bibandor dibin û got: “Sedema ku jin di 8’ê Adarê de dengê xwe ewqas bilind dikin, daxwaza wan a ji bo aştiyê ye. Weke parastvanên mafên mirovan ên jin em bi dengekî bilind daxwaza aştiyê dikin. Em azadiyê û azadiya xwerêxistinkirinê dixwazin. Em dixwazin girtiyên siyasî, girtiyên nexweş bên berdan û dixwazin îradeya siyasî tişta pêwîst demildest pêk bîne.”
Dayika Aştiyê Gîşver Aydin jî di daxuyaniyê de got ku ew dayikeke girtiyan e û ev tişt anî ziman: “Di serî kurê min, dixwazim hemû girtiyên siyasî bên berdan. Em piştgiriyê didin banga birêz Abdullah Ocalan. Lê dewlet hêj jî êrîşên xwe didomîne. Divê tavilê van êrîşan bide sekinandin û gavan biavêje. Dayik, aştî û çareseriyê dixwazin.”
Mêrsîn
Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Mêrsînê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Endama Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê Zeynep Kaya di daxuyaniyê de bal kişand ser mijarên Peymana Stenbolê, cînayetên jinan, tundiya mêr dewletê, rewşa girtiyên jin û aştiyê û got ku pêdiviya wan bi aştiyê heye.
Hatay
Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Hatayê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser Peymana Stenbolê, cînayetên jinan, tundiya mêr dewletê, rewşa girtiyên jin û aştiyê.
Antalya
Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Antalyayê bi dirûşma “Jin aştiyê dixwazin” li avahiya komeleyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de daxwaza aştiyê hat kirin.
Stenbol
Komîsyona Jinan a Navendî ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê jî li Qada Şîşhaneyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de aştiyê dixwazin” hate hilgirtin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û gelek jin tevlî bûn. Eren Keskîn, di daxuyaniyê de got ku ÎHD’ê her tim aştî parastiye û weke jin ew aştiyê dixwazin.
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî jî got: “Di bingeha pirsgirêkên welêt de meseleya Kurd heye û heta bi rêyên aştiyene çareser nebe dê binpêkirinên mafên jinan jî bidomin.”
Meclîsên Jinan ên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) jî li Fakûlteya Tipê ya Stenbolê ya li Fatîhê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê têkoşîna wan a li dijî kapîtalîzma patrîarkal, şer û nefretê bidome.
Mêrdîn
Navenda Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê jî li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Seroka Navenda Mafên Jinan parêzer Başak Ayyildiz di daxuyaniyê de got ku ew ê li dijî hemû zîhniyetên hewl didin destkeftiyên wan tune bikin têbikoşin.
Eskîşehîr
Endamên sendîkayên girêdayî DÎSK’ê yên li Eskîşehîrê jî çalakiya devjêberdana kar lidar xistin. Jinên li pêşiya Nûnertiya DÎSK’ê ya Herêma Eskîşehîrê hatin gel hev, pankarta “Jin ji bo jiyanê bidin sekinandin di grevê de ne” hilgirtin. Demet Bagci di daxuyaniyê de got ku ew ê xwedî li ked, beden û nasnameya jinan derkevin.