Di 8'ê Adarê de banga mezinkirina têkoşînê

  • 16:44 7 Adar 2025
  • Rojane
COLEMÊRG - Di şahiya ku li Geverê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi sedan jin hatin cem hev, jinan bal kişandin ser berfirehkirina têkoşînê.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Salona Dawetê ya Tekçe ya navçeya Gever a Colemêrgê şahiyek bi coş li dar xist. Gelek jin beşdarî çalakiya ku hunermend Mizgîn Turan derket ser dikê bûn. Di destpêka şahiyê de peyama Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar a ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Xarpêtê girtî û qeyûm li şûna wê hat tayinkirin, bi taybet ji bo 8'ê Adarê hat xwendin.
 
'Jin aştiyê qebûl dikin'
 
Hevseroka DEM Partiyê ya bajêr Humeyra Armût jinên beşdarî çalakiyê bûn silav kir û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir. Di axaftina xwe de bal kişand ser "banga sedsalê" ya di 27'ê Sibatê de hat weşandin û bal kişand ser rola jinan a di têkoşîna aştiyê de.
 
Hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizigul di axaftina xwe de bal kişand ser ruhê têkoşîn û hevgirtinê yê 8'ê Adarê û bal kişand ser pêwîstiya rêxistinbûn û hişyarkirina jinan.
 
Festîval bi konsera muzîkê û govendê berdewam kir.
 
'Bi ruhê 8'ê Adarê ji Îmraliyê re silav'
 
Di şahiyê de Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û diyar kir ku ew rojên dîrokî derbas dikin û got, “Di 27’ê Sibatê de banga dîrokî ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hat kirin. Di encama têkoşîna bi salan a Birêz Ocalan de piştî 4 salan careke din muzakere hatin kirin. Di sala 1993’an de birêz Ocalan çi gotibe, îro jî heman gotina wî ye. Birêz Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd têdikoşe û li ber xwe dide. Niha jî li ser vê yekê bangawazî kir û tekez kir ku ew amadene vê pirsgirêkê çareser bikin. Birêz Ocalan jî amade ye, dayikên aştiyê û jin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê amade ne. Ji vir em bi ruhê 8’ê Adarê silavên xwe dişînin Îmraliyê. Em ê vî ruhî her tim zindî bihêlin."
 
'Em ê bi rengên xwe li qadan bin'
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartîn, diyar kir ku piştî 27'ê Sibatê Kurdan dîrokeke nû nivîsandin û diyar kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin. Oznur Bartin got, “Em weke jin divê peyama Birêz Ocalan hembêz bikin û li her qadê xwe bi rêxistin bikin. Jinan li her qadê têkoşîn dane û didomînin. Jin bi salan e tevî hemû polîtîkayên tundiyê li ber xwe didin û ji bo azadiyê têdikoşin. Dema jin azad bibe civak jî azad dibe. Bi minasebeta 8'ê Adarê em ê careke din bi stran, reng, sirûd û çanda xwe li qadan bin. Roja têkoşîna me pîroz be.
 
Piştî axaftinan jinan bi stranên hunermend Mizgîn Turan govend gerandin.
 
Agirî
 
TJA’yê li  Bazid a Agiriyê bi wesîleya 8’ê Adarê şahî pêk anîn. Parlmaneterên DEM Partiyê Berîtan Guneş, Nejla Demîr û meclîsa dayikên aştiyê û gelek jin tevli şahiyê bûn.
Berîtan Guneş di şahiyê de axivî û got: “Em 8’ê Adarê bi ruhê azadî û aştiyê pêşwazî dikin. Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Her tiştê ku li van axan diqewime di vê pêvajoya dîrokî de derbas dibe. Em bi vê hestê 8’ê Adarê pêşwazî dikin. 8'ê Adarê roja ku hemû jin bi hesta yekîtiyê li hev kom dibin. Demek e ku jin xwe birêxistin dikin da ku hemû pirsgirêkên ku bi hev re rû bi rû dimînin derbas bikin.
 
Piştî axaftinan jinan govend gerandin û diyar kirin ku wê bi rihê berxwedanê azadiyê bînin.