Li Qesra Îshaqpaşa ‘Hînker’ xwend

  • 19:19 7 Adar 2025
  • Rojane
AGIRÎ - Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş bertek nîşênê lêpirsîna der barê pirtûka perwerdehiya Kurdî ‘Hînker’ hatiye destpêkirin, da û li Qesra Îshaqpaşa Hînker xwend.
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berîtan Guneş,binçavkirinên bi hinceta pirtûka perwerdehiya Kurdî ‘hînker’ hatine kirin protesto kir. Berîtan Guneş bertek nîşanê lêpirsîna der barê ‘Hînker’ de ku ji aliyê serdozgeriya komarê ya Stenbolê ve hatiye destpêkirin, da û li ber Qesra Îshapaşa nivîsa der barê 8’ê Adarê ya di Hînkerê de cih digirt xwend.
 
Berîtan Guneş piştî xwendina nivîsa di Hînkerê de got di şexsê Ronahî Onen de ew 8’ê Adarê li hemû kedkarên zimanê Kurdî pîroz dikin.