Li Aydinê mîtînga 8’ê Adarê: Wê jin azadiyê bînin

  • 20:34 7 Adar 2025
  • Rojane
AYDIN - Meclîsa Jinan a  DEM  Partiyê  li Aydinê mîtîng pêk anî û got wê aştî bi têkoşîna jinan pêk bê û hemû jin vexwendiyê qadên 8’ê Adarê hat kirin.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi wesîleya 8’ê Adarê li Ortaklar mîtîng pêk anî. Pankara ‘Em bi têkoşîna azadiya jinê aştiyê rêxistin dikin’ hat vekirin û dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî têkoşîn ajinan’ hatin berzkirin.
 
Endama MYK DEM Partiyê Cemîle Turhalli û hevseroka DME Partiyê ya Aydinê Şukran Sari di mîtîngê de axivîn. Her wiha di mîtîngê de ji bo ‘kampanya ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ ji sedan jinî îmze hatin girtin.
 
Şukran Sari girtiyên di silav kir û da zanîn ku wê welatekî ku jin bikaribin azad lê bijîn bi hev re ava bikin û got divê her kes 8’ê Adarê de li qadan bin.
 
Cemîle Turhali jî di axaftina xwe de anî ziman ku divê hemû jin 8’ê Adarê bikin roja azadiyê û got divê hîn bêtir xwe rêxistin bikin û têkoşîn axwe mezin bikin. Cemîle Turhali her wiha da zanîn ku wê aştî û azadiyê bi tifaqa jinan bihûnin û pêk bînin.
 
Mîtîng bi govendê berdewam kir.