
Tirkiyeyê êrîşê Rojava kir
- 20:55 7 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê gundê El Ebid El Cuma yê gundewarê Eyn Îsa , Bîr Hiso yê başûrê Kobanê û Girê Spî bombebaran dike.
Tirkiye û komên paramîlîter yên girêdayê wê gundê El Ebid El Cuma yê li gundewarê rojhilatê bajarê Eyn Îsayê bi çekên giran bombebaran dike.
Di heman demê de gundê Bîr Hiso yê başûrê bajarê Kobanê tê bombebaranirin. Ew êrîş di çarçoveya berfirehkirina êrişan de, ku îro gundewarê bajarê Girê Spî, bajarê Sirînê û derdora Bendava Tişrînê topbaran kirin, pêk tê.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) ev rageşî, di demekê de li herêmê alozî zêde bûye, pêk tê.
Tirkiye û hêzên paramîlîter, êrişên xwe yên bejahî û hewayî yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet li dijî gundewarê Kobanê û derdora Bendava Tişrînê de, didomînn.