Jinên Silêmaniyê bi festîvalê 8’ê Adarê pîroz kirin

  • 21:18 7 Adar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê di çarçoveya çalakiyên pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de festîval hate lidarxistin. Di festîvalê de 30 jin bi berhemên xwe yên hunera dest, wêne, tablo û neqşên xwe tevlî festîvalê bûn.
 
Îro li ber Derkî Sera (bazara Silêmaniyê) di çarçoveya çalakiyên pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de festîvalek hate lidarxistin. Di festîvalê de 30 jin bi berhemên xwe yên hunera dest, wêne, tablo û neqşên xwe tevlî festîvalê bûn.
 
Yek ji jinên ciwan yên beşdarên festîvalê Farûna Omer têkildarî festîvalê de axivî û hestên xwe bi van gotinan anî ziman; “Ez bi deh tabloyên wêneyan beşdarî vê festîvalê bûm. Bi vê yekê min xwest bi boneya 8’ê Adarê roja jinan ya di nav civakê de bidim nîşandan. Ji ber ku Kurd û bi taybet jî jina Kurd sembola têkoşîn û berxwedanê ye.”
 
Her wisa Serokê Rêxistina Çem Sîrwan Ewal ku yek ji organîzerên festîvalê ye derbarê festîvalê de axivîç Sîrwan Ewal da zanîn ku armanca wan ya lidarxistina vê festîvalê bi boneya pîrozkirina 8’ê Adarê ye.