
Bernameya 8’ê Adarê ya li Rojava
- 15:34 7 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê sibê li bajarên Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şam û Helebê şahiyên girseyî werin lidarxistin.
Sibe 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye. Bi vê minasebetê dê li herêmên Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb û Şamê bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve" şahiyên girêseyî werin lidarxistin.
Komîteyên amadekar ên pîrozahiyan, xemilandina qadên pîrozbahiyan bi reng û dirûşmên 8’ê Adarê didomînin.
Bernameyên pîrozbahiyan wiha ne:
Hesekê
Cih: Stada Beledî ya taxa Xiwêran
Saet: 11.00
Bajarên ku dê tev lê bibin: Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê, Til Birak, Hol.
Qamişlo
Cih: Qada Newroz a li taxa Hîmo
Saet: 11.00
Bajarên ku dê tev lê bibin: Qamişlo, Til Hemîs, Til Koçer, Dêrik, Tirbespiyê, Amûdê, Girkê Legê.
Reqa
Cih: Stada Beledî
Saet:10.00
Şam
Cih: Otela Qeyser Palas (Hola Katrîna)
Saet: 11.00
Şahî ji aliyê Saziya Sûriyeyê ya Şaristanî û Kongra Star ve tê organîzekirin.