
4 rojnamegerî îfade da
- 19:21 10 Nîsan 2025
- Rojane
WAN - 4 rojnamegerên ku tevli daxauyaniya ji bo rojnamegerên bi SÎHA’yên Tirkiyeyê hatine qetilkirin Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ya li Wanê hat dayîn bûn, bi îdiaya ‘propaganda rêxistinê’ îfade dan.
Di 19’ê Kanûna 2024’an de rojnaemger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi SÎHA’yên Tirkiyeyê hatin qetilkirin. Der barê mijarê de 20’ê Kanûnê de li Wanê daxuyanî hat dayîn. 4 rojnamegerên ku tevli daxuyaniyê bûn îro îfade dan.
Nûçegîhana me Memîhan Zeydan, nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ruken Polat, Ozlem Yacan û Mazlum Engîndenîz bi îdiaya ‘propanganda rêxistinê kirine’ li TEM’a Wanê îfade dan. Pirsên ‘hûn bi talîmata kê tevli daxuyaniyê bûn, we çima dovîzên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hildan’ haitn pirsîn.