Li Qersê zarokekê bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 15:59 11 Nîsan 2025
  • Rojane
 
QERS - Yaren Kavartkurt a 15 salî li navçeya Cilawuzê li yurda ku lê dima, di bin şert û mercên gumanbar de mirî hat dîtin.
 
Yaren Kavartkurt a 15 salî ya ku li Lîseya Îmam Hatîp a navçeya Cilawuz a Qersê dixwend, li yûrda ku lê dima, di bin şert û mercên gumanbar de mirî hat dîtin. Cenazeyê Yaren Kavartkut ji aliyê mamosteyê ku li yurdê dixebitî ve hat ferqkirin.  
 
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di lêpirsînê de hat diyarkirin ku Yaren Kavartkut jiyana xwe ji dest daye. Piştî otopsiyê cenazeyê Yaren Kavartkut li Goristana Çilawuzê hat definkirin. 
 
Hat diyarkirin ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.