Ji rojnamevanan daxuyanî: Em ê rûmeta rojnamegeriyê biparêzin

  • 16:30 11 Nîsan 2025
  • Rojane
 
STENBOL - Yekemîn danişîna doza der barê 10 rojnamegerên ku ji ber tevlî çalakiya protestoyî ya li dijî qetilkirin rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn bûn hat dîtin. Piştî danişînê rojnamegeran li ber edliyeyê daxuyanî dan û gotin “Em ê bibin zimanê  heqîqetê û parastina rûmeta rojnamegeriyê bidomînin.” 
 
Yekemîn danişîna doza 10 rojnameger, 2 siyasetmedar û 2 ciwan ji ber çalakiya di 21'ê Kanûna 2024'an de li dijî qetilkirina rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di encama êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, li 24'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hat dîtin.  Danişîna ewil a 10 rojnameger, 2 siyasetmedar û 2 ciwan jê tên darizandin ji bo amadekirina mutalayê taloqî 27’ê Gulanê hat kirin.
 
Rojnamegeran piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de endamên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Sendîkaya Xebatkarên Çapemeniyê ya Dîskê û gelek rojnameger amade bûn.
 
Yek ji rojnamegeran Mahsûm Saglam axivî û wiha got: "Ji ber bûyerên di rojên dawî de li Tirkiyeyê qewimîn, hejmareke zêde rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Weke rojnameger em van zextan şermezar dikin. Em dizanin ku pirsgirêka li Tirkiyeyê bi pirsgirêka Kurd re têkildar e. Em van gefên darazê qebûl nakin. Em îro bi pêkanînên ku rojnamegeriyê lêpirsîn dikin re rû bi rû ne. Îdîa dikin ku Nazim û Cîhan rojnameger nîn in. Em şahidên ku ev hevalên rojnameger in. Ev hevalên me dema xebatên xwe yên rojnamevaniyê dimeşandin hatin qetilkirin. Em ji vir Cihan û Nazim bi bîr tînin. Em ê her bibin ziman û çalakiya heqîqetê."
 
Li dijî êrîşan bang
 
Piştre Endamê Desteya Basin-Îş'ê ya DÎSK'ê Îzel Sezer axivî û wiha got: "Îro darizandinek pêk nehat. Hevalên me yên rojnameger û hevalên me yên parêzer li salona dadgehê rastî helwesteke êrîşkar hatin. Rejîma qesrê ji bo gel bêdeng bike rojnamegeran qetil dike. Rêya herî lezgîn a desthilatdariyê ev e. Duh roja jidayikbûna Metîn Goktepe bû. Ji ber ku dixwest rastiyan bigihîne civakê hat qetilkirin. Em îro şahidên rojnamegeriya hemû hevalên xwe yên rojnameger ên li vir tên darizandin in. Dema em piştgiriyê bidin, em dikarin gefên daraza hikûmetê bişikînin."
 
'Ger çapemenî azad nebe tu kes azad nabe'
 
Rojnameger Dîren Yûrtsever a li ser navê MKG'ê axivî diyar kir ku mafê her kesî yê raporê heye û wiha got: "Çapemeniya Azad ji ber ku azadiya fikir û ramanê diparêze li vir e. Bi taybetî di şer û pevçûnan de pêşî rojnamevan tên hedef tên girtin. Rojnameger an tên kuştin, tên binçavkirin an jî tên girtin. Bîranîna rojnamegerên hatine qetilkirin ne sûc e. Em şahidên rojnamegeriya Nazim û Cîhan in. Ji niha û pê ve jî em ê li dijî kesên ku rojnamegeran darizînin bi hêztir rawestin. Eger li cihekî çapemenî azad nebe, kes ne azad e. Em ji bo tundiya li ser rojnamegeran derxin holê li vir in. Em ê bîranîna hevalên xwe yên rojnameger ên hatine qetilkirin bidomînin. Em ê parastina rûmeta rojnamegeriyê bidomînin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên; ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ û ‘Nazim û Cîhan rûmeta me ne’ bi dawî bû.