Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan hate pirsîn

  • 14:49 12 Nîsan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇYAN - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan ji bo aqûbeta windayan bipirsin û ji bo darizandina faîlan li Amed, Êlih û Colemêrgê hatin ba hev.
 
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)  ku vê hefteyê li Amed, Êlih û Colemêrgê  çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” li dar xistin, daxwazên xwe ya edaletê dubare kirin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bang li dewletê kirin ku bi windayan re rû bi rû bê.
 
 
Amed
 
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 844’an a çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” de, li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezanê, hatin ba hev. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên windayan li ser bûn, hate vekirin. Faîlên Alî Îhsan Dagli hatin pirsîn ku 14’ê Nîsana 1995’an li navçeya Farqîn a Amedê di bin çavan de hate windakirin. Xizmên Windayan, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên rêxistina civaka sivîl jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de dayikan gul wergirtin. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Êlih
 
Li Êlihê jî Şaxa ÎHD’ê û xizmên windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” cara 680’an li Cadeya Gulistan hatin ba hev. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ahmet Bûlmûş pirsîn ku 1’ê Nîsana 1994’an li navçeya Cizîr a Şirnexê piştî hate binçavkirin êdî agahî jê nehat girtin. Ji Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê Rezan Baytar çîroka Bûlmûş xwend. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
 
Colemêrg
 
Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan, di hefteya 170’an a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya li navçeya Geverê hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Hevşaredarên Geverê, endamên rêxistina DEM û DBP’ê yên navçeyê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de kujerên Fahrettîn Şedal hatin pirsîn ku 24’ê Adara 2008’an li Geverê di encama gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest da. Endamê Şaxa ÎHD’ê Ozan Akbaş çîroka Fahrettîn Şedal ê bavê 6 zarokan, vegot. Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.