'Têkoşîna Sendîkayî qada azadbûna kedê ye'
- 15:02 12 Nîsan 2025
- Rojane
RIHA - Sekretera Jinê ya KESK'ê Done Gevher di komxebata "Amadekariya 3'yemîn Kongreya Jinê ya Egtîm-Sen" a ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Egtîm-Senê ya Riha ve hat organîzekirin de axivî û got, "Têkoşîna Sendîka qada têkoşîna azadbûna kedê ne."
Meclisa Jinan a Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê (Egtim-Sen) ya Rihayê li Mala Kevir a Odeya Mîmaran a navçeya Eyyûbiye ya Rihayê Komxebata amadekariya "3'emîn Kongreya Jinê ya Egtîm-Sen" li dar xist.
Têkoşîna sendîkayî
Di çarçoveya komxebatê de, Sekretera Jinê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Done Gevher bi sernavê "Beşdarbûna jinên endamên sendîkayê di nava têkoşîna sendîkayî de" pêşkêşî kir û bal kişand ser berxwedana jinan a di têkoşîna sendîkayî de. Done Gevher bal kişand ser têkoşîna jinan a ku jinên KESK'î daye û got, "Dema ku KESK di sala 1995'an de hat damezrandin, bi 11 kesan hat avakirin. Ji van 11 kesan 1 jin bû. Lê di rêziknameyê de behsa jinan nehat kirin. Piştre jinan xwe di nava komîteyan de birêxistin kirin.
Komxebat piştre bi nirxandinên Prof. Dr. Feryal Saygiligîl, Dr. Gulçîn Ozge Tan, berdewam kir.