
Li Reqa û Tebqa ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş
- 20:35 10 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên kantonên Reqa û Tebqayê li bajarê Reqayê meşek li dar xist û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Yekitiya Jinên Ciwan a kantonên Reqa û Tebqayê, ji bo piştgiriya pêngava azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşeke girseyî organîze kir.
Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Giştî ya bajarê Reqayê dest pê kir û ber bi Qada Jina Azad ve kete rê.Li wir endama Yekitiya Jinên Ciwan Ebrar Kurdo axivî û destnîşan kir ku fikr û felsefeya Abdullah Ocalan li seranserî herêmê berbelav bûne.
Ebrar Kurdo diyar kir ku Abdullah Ocalan tiştê ku berê ji bo jinan nehatibû dayîn, da jinan û êdî jinan şoreşa guhertin û pêşketinê bi rê ve bir. Ebrar Kurdo da zanîn ku jinên Ereb xwe di tevahî aliyên rêveberî, rêxistinî, çandî, leşkerî û siyasî xwe bi rêxistin kirin.
Ebrar Kurdo bang li hemû jinan û gelên bindest kir ku tev li pêngava azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin û got: "Azadiya Rêbertî tê wateya azadiya me û azadiya me jî di pêkanîna azadiya wî de ye."