Li Muglayê hevdîtina jinan: Jin mijara pêvajoyê ne

  • 15:57 11 Nîsan 2025
  • Rojane
 
MUGLA - Di hevdîtina ku li Mûglayê di çarçoveya “Di avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de Hevdîtinên Jinan” ji aliyê Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê ve hat lidarxistin de, hate destnîşankirin ku kirdeyên vê pêvajoyê jin in.
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li Mûglayê bi jinên femînîst, rêxistinên jinan, platform û komeleyên jinan re di çarçoveya "Di avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de Hevdîtinên Jinan" hatin cem hev. Gelek nûnerên rêxistinên jinan beşdarî civîna ku li Navenda Çanda Ataturk a Menteşe hat lidarxistin bûn.
 
‘Jin kirdeyên vê pêvajoyê ne’
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz di civînê de axivî û diyar kir ku ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk weke jinan xeta têkoşînê ava bikin û bi pêşniyar û daxwazên ku jin dikarin bidin pêş wan ev hevdîtin li dar xistin û destnîşan kir ku ev pêvajoya girîng ne ji jinan serbixwe ye û jin kirdeyên vê pêvajoyê ne. Sümeyye Boz got, "Ya ku em jê re dibêjin demokrasî ji bo pêşdebirina siyaseta demokratîk navgîneke girîng e.  Nasnameyên zayendî, nasnameyên çandî û nasnameyên baweriyê, di mijarên ku civakan despêkê pêş dixin de jî polîtîkaya demokratîk heye, lê gav bi gav bi serdestiya tekparêzî û nêzîkatiyên zayendperest, jin û nasnameyên din nikaribûna di kanalên siyasî yên demokratîk de cih ji xwe re peyda bikin an jî bûne aliyê ku hatiye dûrxistin.”
 
Piştî axaftinê hevdtîin bi pêşniyarên jinan ên înşakirina aştiyê dewam kir.