
Li Amedê ji zaroka 14 salî agahî nayê girtin
- 16:50 11 Nîsan 2025
- Rojane
AMED - Li navçeya Çermûgê ji Gulçîçek Ç. ya 14 salî ji 7'ê Nîsanê ve tu agahî nayê giritn.
Li navçeya Çermûgê ya Amedê hêj ji Gulçîçek Ç. ya 14 salî tu agahî nehat girtin. Ji 7'ê Nîsanê û vir ve Gulçîçek ê danê sibehê ji dibistanê derketiye û agahî jê nehatiye girtin, malbatê derbarê windabûna Gulçîçekê de serî li fermandariya cendirmeyan da.
Xalê Gulçîçek Ç. diyar kir ku Gulçîçek Ç. hatiye revandin, mamê wê Mustafa Ç. bi telefonê diyar kir ku biraziya wî ji aliyê M.Y. ve bi armanca zewacê hatiye revandin û wiha got: “Biraziya min 7’ê Nîsanê serê sibê bi servîsê çûye dibistanê li ber dibistanê peya bûye. Piştî vê yekê me agahî jê negirt. Heman rojê saet 15:00’an de bi telefonê ji me re hat gotin ku keça me hatiye revandin. Dê û bavê wê xemgîn in, em ji we dixwazin ku hûn biraziya min bibînin.”