Ji komxebata perwerdeya bi zimanê dayikê peyama 'Pirzimaniyê'

  • 14:28 12 Nîsan 2025
  • Rojane
 
AMED - Li komxebata zimanê zikmakî ya Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê peyama "Pirzimanî temînata neteweya demokratîk e, welatîbûn bi yek nasnameyê nayê pênasekirin" hat dayîn.
 
Şaxên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) yên Amedê bi serenavê “Di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên Heyî, Astengî, Pêşniyazî” li Çand Amedê (Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê komxebatek li dar xist. Zimanzan, akademisyen, rewşenbîr û akademîsyenên biyanî jî di nav de gelek nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li komxebatê bûn.
 
'Zimanê Kurdî bi qanûnê qedexe ye'
 
Piştî axaftina vekirinê ya endamê Egitîm Senê Faruk Ercan rûniştina yekemîn bi moderatoriya endama Egîtîm Sen’ê Salîha Zorlu pêk hat. Di rûniştinê de ji Komîsyona Ziman a Baroya Amedê parêzer Muslum Dalar, Serhat Hezer û Cemîle Turhalli axaftinên xwe kirin. Mûslûm Dalar bal kişand ser mijara perwerdeya bi zimanê zikmakî ya di qanûnên Tirk de û destnîşan kir ku Kurdî bi qanûnan hatiye qedexekirin û ev yek bi Peymana Amasyayê pêk hatiye. Muslum Dalar bal kişand ser zext û zordariya bi salan a li ser zimanê kurdî tê meşandin. Di rûniştinê de herwiha parêzer Serhat Hezer jî axivî û bal kişand ser cihê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê di peyman û metnên hiqûqî yên navneteweyî de.
 
'Dema ku ez bêjim ez kurdim gelo dê mafê min ê jiyanê hebe?'
 
Parêzer Cemîle Tûrhalli mafê axaftinê girt û  bal kişand ser pirsgirêkên netew dewletê û wiha got: “Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê kesê nedikarî bibêje em kurd in em dixwazin bi kurdî biaxivin. Bi çi re rûbirû diman? Bi kuştinê gef li wan dihate xwarin. Pirs ji wan dihate kirin kurd in an tirk in? Kesên ku digotin em kurd in û têkoşîna vê meşandin hatin darvekirin. Netew dewletê pirsgirêkeke ewqas mezin ava kiriye. Dema te got ‘ez kurd im ne tirk im’ hûn dikarin bêjin li Tirkiyeyê mafê we yê jiyanê heye an dikarin bêjin dadgeh dê we bi awayekî wekhev darizîne. Ev mesele bi mafên mirovan re têkildar e. Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê sê makeqanûn hatin çêkirin. Hemû jî piştî rejîmên cûntayê hatin çêkirin û makeqanûnên leşkerî ne. Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê kurdan gotin em di van makeqanûnan de nînin. Divê makeqanûn civakê temsil bikin. Em tirk nînin kurd in.”
 
‘Li gelek dewletan bi zimanê dayikê perwerdehî tê dayîn’
 
Cemîle Tûrhalli bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya di navbera salên 2013-2015an û wiha domand: “Cara ewil di navbera van salan de li Meclisê komîsyonek hate avakirin. Xebatên girîng meşandin. Nêzî 401 komele, zanîngeh û beşên civakî vexwendin vê komîsyonê. 37 sazî û 14 zanîngeh dibêjin divê perwerdehiya bi zimanê dayikê hebe. Hin sazî û zanîngeh jî dibêjin divê nebe. Gelek parlamenterên di nava komîsyonê de weke profesor cih digirtin. Gelek ji wan digotin heke em perwerdehiya bi zimanê dayikê nas bikin dê welat parçe bibe. Lê niha li gelek dewletan bi zimanê dayikê perwerdehî tê dayîn. Li vir nakokiyeke mezin hene.”
 
‘Divê di navbera zimanan de aştiyek çêbibe’
 
Cemîle Tûrhalliyê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê di navbera zimanan de aştiyek çêbibe û wekheviya zimanan were qebûlkirin. Di vê di vî warî de têkoşînek bê meşandin. Em vê difikirin pir zimanî û çandî teminata neteweya demokratîk e. Lê netew dewlet vê ji xwe re weke antitez dibîne. Ev helwesta li dijî civakê mixabin hêj didome. Gelek qanûn hene divê ev bên guhertin. Tişta em behs dikin ew e ku divê gelê kurd li her derê bikare zimanê xwe biaxive.”
 
'Redkirina perwerdeya bi zimanê dayikê gelek tişt îfade dike'
 
Prof. Dr. Fatma Gok di rûniştina duyemîn a komxebatê de axivî, bernameya perwerdehiya yekzimanî wekî rêbaza tunekirina ziman nirxand. Fatma Gok, got ku li ser vê erdnîgariyê, herêm jî di nav de, hewl tê dayin ku siyasetek fermî li ser bingeha pêvajoya tirkkirinê were çêkirin. Fatma Gok Fîlmên ku derbarê gotina"Kamber Ateş, tu çawa yî?" û helbestên ku li ser vê gotinê hatine nivîsîn jî bi bîr xist û got ku mirov ji vê rewşê şerm dike. Di mijara pirsgirêka Kurd û têkoşîna hemwelatîbûna wekhev de, li dijî îmhakirina ziman û çanda kurd berxwedanek bênavber heye. Redkirina perwerdeya bi zimanê dayikê gelek tişt îfade dike. Ev gotin tê wateya ku mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî nayê qebûlkirin."
 
Komxebat dê îro bi rûniştina 4'an bi dawî bibe û sibe jî bi rûniştina 5'an û 6'an berdewam bike.